Li Atînayê çalakiya konvedanê ya 5 rojî

Bi armanca teşhîrkirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û komkirina îmzeyan a li dijî qedexeya PKK’ê li paytext Atînayê çalakiya konvedanê ya ji bo 5 rojan hate destpêkirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi armanca teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî û polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, çalakiya konvedanê ya ji bo 5 rojan hate destpêkirin.

Di roja yekemîn a çalakiya konê ku li qada Akademiya bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê û TCŞ’ê hat vedan, alên PKK û KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin, dowîz û pankartên ku bikaranîna çekên kîmyewî teşhîr dikin hatin vekirin.

Di çalakiyê de ji bo PKK'ê ji lîsteya terorê bê derxistin jî îmze hatin berhevkirin û belavokên bi zimanên Îngilîzî û Yewnanî yên ku sûcên şer ên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayan vedibêje, li kesên derbas dibûn hatin belavkirin.

Bang li hemû saziyên navneteweyî, bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Pêşîlêgirtina Çekên Kîmyewî OPCW hate kirin ku nebin şirîkê sûcan û piştgiriyê nedin dewleta Tirk.

Çalakiya konvedanê wê 5 rojan berdewam bike.