Li Atîna tecrîd û dagirkerî protesto kirin

Li paytexta Yewnanistan Atînayê ciwanên Kurd êrîşên dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Qada Syntagma standek danî û li stanêdê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Stand wê 5 rojan li qadê dom bike. Roja yekem a çalakiyê belavokên bi zimanê Îngilîzî û Yewnanî hatin belavkirin.

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên bi Yewnanî hatibûn wergerandin li standê hatin danîn.

Li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hate dayîn, êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.