Li Atîna Gerîla Celîl Gokdemîr bi bîr anîn

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di salvegera 29’an a şehîdbûna gerîla Celîl Gokdemîr (Kuçuk Pîro) a sala 1992’an a li Erdexanê bi merasîmekê bi bîr anî.

Gerîla Celîl Gokdemîr (Kuçuk Pîro) 5’ê Îlona 1992’an li navçeya Gole ya Erdexanê şehîd bûbû. TCŞ li paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo gerîla Gokdemîr merasîmeke ya bîranînê li dar xist.

Li gel endamên Komîteya Malbatên Şehîdan, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa û Tevgera Ciwanên Şoreşger kekê şehîd Bedreddîn Gokdemîr jî di bîranînê de amade bû.

Bîranîna ku li Navenda Çanda Kurdistanê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li eywan wêneyên şehîdan alên HPG û PKK’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di bîranînê de kekê Gokdemîr Bedreddîn Gokdemîr axivî û diyar kir ku kekê wî di temenê biçûk de tim di nava lêgerîna de bû û got ku keseke welê bû ku tim di nava tevgerê de bû û got: “Kekê min di salên xwendinê de li Qersê dest bi kar kir. Piştre çû Stenbolê. Destpêkê demekê xebat kir û sala 1990’î tevlî partiyê bû. Kekê min ji Akîf Yilmaz ku xizmê me bû, ji wî bandor bûbû. Bi sekin, têkoşîn û şehadeta xwe mîna Akîf birûmet bû. Kekê min salekê li qada Rêbertiyê mabû, ji bo biçe Serhedê kar bike pêşniyar kiribû. Ji bo ji dijmin tolê hilde diçe Serhedê. Bi lehengî têkoşînê dike. Ji dijmin qet neditirsiya. Çalakiyên mezin kirin. Komeke dijmin a ji 400-500 kesî pêk tê, dest bi êrîşê kiribû û ti serketin bi dest nexistibûn. Dijmin herî dawî çeka kîmyewî bi kar anî û şehîd bû. Em ê girêdayî bîranînên wî bin.”

Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.