Li Aaraûyê êrîşên li ser Şengalê hatin protestokirin

Li Aaraûyê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Aaraû yê Swîsreyê ve hat protestokirin. Kurdistaniyên li Bahnhofplatz a li ber îstgeha trenan a navenda Aaraûyê hatin ba hev, bi dirûşmeyan êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê hatin hildan.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mehmet Tûnç Aaraûyê Hasan Vûral ê li ser navê Kurdistaniyan axaftinek kir, diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê şermezar dikin û anî ziman ku dewletên Ewropayê yên ji van êrîşan re dengê xwe nakin jî bisûc in.

Bi domdarî Vûral wiha got: “Duh, dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bir bi ser Şengalê de. Di êrîşa ku avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê avahiyên li der û dorê ji xwe re kirin hedef de zarokekî 12 salî û bapîrê xwe hatin qetilkirin. 12-13 insanên me birîndar bûn. Em ji bo rawestandina helwesta êrîşker a dewleta Tirk hatin ba hev. Dewleta Tirk nasekine. Êrîşan dibe bi ser Şengal, Mexmûr, qadên gerîlayan û Rojavayê. Tayyîp Erdogan, bi birina êrîşan bi ser her dera Kurdistanê de dixwaze xwe xelas bike. Ji bo birina bi avê de ya lîstikên qirêj ên Erdogan em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.“

Vûral destnîşan kir ku dewletên Ewropayê tu bertekê nadin êrîşên dewleta Tirk û wiha dawî kir: “Ewropayî dengê xwe ji êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê dikin. Lê ji 17’ê Nîsanê ve ye êrîşên dewleta Tirk bênavbir berdewam in. Tu welatekî Ewropayê dengê xwe nake. Em çawa ku mirina Kurdan naxwazin, ya Ûkraynayiyan jî naxwazin. Şer qirêjî ne, divê em bi awayekî xurttir li ber şer rabin.“

Çalakî, piştî daxuyaniyê, bi berzkirina dirûşmeyên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî û banga meş û mîtînga wê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê were kirin bi dawî bû.