Li Şaredariya Rignano Flaminio merasîma ji bo xelata Abdullah Ocalan

Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê ku Xelata Welatîbûna Rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê ev xelat radestî Komîteya Kurd kir.

Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêjayî Xelata Welatîbûnê ya Rûmetê dît.

Şaredariyê biryara dayina xelata welatîbûnê beriya niha dabû, lê ji ber şert û mercên pandemiyê nekarîbû merasîmê li dar bixe. Ji bo radestkirina xelatê, li salona şaredariyê merasîmeke fermî hate kirin.

Di merasîmê de ku Şaredarê Rignano Flaminio Fabio di Lorenzi, alîkarê şaredar û endamên encûmena şaredariyê lê amade bûn, şaredar Lorenzi xelat radestî Komîteya Kurd kir.

Piştre jî peyamek da û qala têkoşîna rewa ya gelê Kurd û paradîgmaya Sîstema Konfederal a Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Şaredar Lorenzi destnîşan kir ku ew kêfxweş e ji ber ku Xelata Welatîbûna Rûmetê didin Abdullah Ocalan.

Lorenzi diyar kir ku wî pirtûkên Abdullah Ocalan bi kêfxweşî xwendiye; her tiştên ku beriya 16 salan gotiye niha hem ji bo xelkên Rojhilata Navîn hem jî ji bo yên Rojavayî niha jî derbasdar in û got, "Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo pêşvebirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelekî girîng e. Lê belê Tirkiye hîn jî êrişê dibe ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di zindanê de dihêle. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Welatên rojavayî ji bo çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Piştre jî nûnerê Komîteya Kurd axivî, spasiya şaredar û di şexsê şaredar û meclîsê de spasiya xelkê Rignano Flaminio kir. Nûnerê Komîteya Kurd xwest ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe, şaredarî piştgiriya wan bike.

Simonetta Cirsci ku bi navê Komîteya 'Dema dema azadiya Ocalan e' tevlî merasîmê bû, diyar kir ku saleke ew di vê çarçoveyê de dixebitin û 2'ê Cotmehê jî wê li Strasbourgê bin. Crisci destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê hewldanên xwe dewam bikin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran bi hev re wêne kişandin û dirûşma "Viva Ocalan" qîriyan.