Li Îzmîr erdhej: Mirî û birîndar hene

Di erdheja bi pileya 6,6 a li Egeyê pêk hat de avahî hilweşiyan, bi kêmanî 4 kes mirin.

Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê bi pileya 6,6 erd hejiya. Gelek avahî hilweşiyan û aghaiyên ku kes mane di bin xirbeyan de hane.

Li gorî agahiyên li ser malpera înternetê ya Seroatkiya Rêveberiya Afat û Rewşên Lezgîn (AFAD) hatin parvekirin, saet 14:51’an li Denîzlî ya Ege û seferîhîsar a Îzmîrê di kûrahiya 17 kêlometre jêra erdê bi pileya 6,6 erd hejiya ye.

Hate ragihandin ku di kûrahiya 16,54 kêlometre ya erdê de erdhej pêk hatiye.

Bi kêmanî 4 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Agahî hatin parvekirin ku piştî erdehjê li navçeyên Bornova û Bayrakli li hinek avahiyan ziyan berketine. Dîsa ji ber şikestin û derzên li hinek avahiyan welatî ji malan hatin veguhestin.

Li Taxa Manavkûyû ya Bayarakli li kolana 1593 di bin xirbeyên avahiyekê de 4 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.

AFAD’ê diyar kir ku nekevin malên ziyan ber ketine û rê ji wesayîtên alîkariyê re vala bikin.