Li Îtalyayê dengdanê destpê kir: Neo faşîst dibe ku bibin desthilatdar

Li Îtalyayê ku bala Ewropayê li ser e, dibe ku di hilbijartinên îro de rastgirên tund bi ser bikevin. Favoriya hilbijartinê jî serkêşa nû ya neo faşîstan, lîdera rastgira tund Giorgia Meloni ye.

Îtalya ku sêyemîn hêza herî mezin a aboriyê ya Yekîtiya Ewropayê ye, gel ji bo hilbijartinên pêşwext deng dide.

Piştî ku Serokwezîr Mario Draghi Tîrmehê îstifa kir, hikumeta koalîsyonê ya mezin a ji gelek partiyan belav bû. Lewma hilbijartina di biharê de biryar li ser hatibû dayin, zû hate kirin.

Hilbijartinên îro ku wê 50 milyon hilbijêr deng bidin, weke yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên Îtalyayê tê dîtin. Ji ber ku li gorî hemû anketên ku rojên dawî li Îtalyayê hatin kirin, rastgiriya tund a li muxalefetê ya bi serkêşiya Giorgia Meloni Partiya Xwişk-Birayên Îtalyayê (FdI) bi ser dikeve.

ANKET: RASTGIRÊN TUND WÊ PIRANIYA DENGAN WERBIGIRIN

FdI weke partiya herî girîng a partiyên rastgiriya navendî derdikeve pêş. Gelek anketên li Îtalyayê hatin kirin, nîşan didin ku rêjeya dengan a FdI ji sedî 27 e. Li gorî anketan rêjeya dengê Partiya Demokrat (PD) ji sedî 20 e ku ev partiya bi lîderiya Enrico Letta di navbera salên 2013 û 2014'an de bi ser ketibû. PDk weke partiya navendî ya çep tê dîtin.

Li gorî anketan her wiha partiya Tevgera Pênc Stêrk a bi serkêşiya yek ji serokwezîrên berê Giuseppe Conte ji sedî 12, Lîga Bakur (Lega Nord, LN) a bi lîderiya Matteo Salvînî ji sedî 12 û Forza Îtalîa a bi serkêşiya Silvio Berlusconi jî ji sedî 6 ê dengan werdigirin.

NETEWEPEREST Û DIJBERA ÎSLAMÊ

Di şîroveyên medya Îtalya û Ewropayê de tê gotin, di encama hilbijartinên îro de wê koalîsyoneke populîst rast a bi serkêşiya Meloni bê avakirin. Meloni ku di pêvajoya hilbijartinê de timî gotinên neteweperest û dijberiya li koçberan bi kar dianî, di hin hevpeyvînên xwe de yên par nîşan dida ku ew heyrana lîderên faşîst Musolini û Hitler e. Meloni timî balê dikişîne ser nasnameya Xiristiyaniyê ya Ewropayê.