Li Îspanyayê şehîd hatin bibîranîn

Li Îspanyayê şehîd Apo û Firat ên ku ji Swêdê çûn tevlî nav têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn, hatin bibîranîn.

Li Îspanyayê şehîd Apo û Firat ên ku ji Swêdê çûn tevlî nav têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn, hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi dehsalan e, mirov di 1ê Gulanê de li vir hatine ba hev û kesên ku li Spanyayê li dijî faşîstên Franco mirine, bi bîr anîn. Em di Komîteyên Rojava de dixwazin kesên ku li Spanyayê wefat kirine bi bîr bînin, lê em dixwazin kesên ku di şerê mezin ê antî-faşîst a serdema me de şehîd bûne jî bi bîr bînin. Li Kurdistanê, hevalên me hem li dijî DAÎŞ û hem jî li dijî dewleta Tirk şer kirine. Çawa ku yên ku li Spanya li dijî Franco û faşîstan şer kirin dema ku ew vegeriyan malê hatin zîndanîkirin, em dibînin ku heman tişt ji hevalên me yên ku ji Kurdistanê vegeriyane jî çêdibe.

Mirovên li dora cîhanê geriyan û beşdarî hêzên xweparastina gelan bûn û bi wêrekî, hêz û biryardarî tevkar bûn. Mixabin, dîsa her kes nehat mal. Bi sedhezaran enternasyonalîst ketin şerê li dijî faşîzmê. Şehîd Firat û Şehîd Apo du kesên ji van mirovên mêrxas bûn ku bi fedakarî ji Swêdê ewle çûn hêviya avakirina cîhanek çêtir. Ne tenê ji bo mirovên li Kurdistanê lê li her çar aliyên cîhanê. Divê bi têkoşîna xwe ya bi navgîniya neteweya demokratîk ku em dixwazin ava bikin, dûrî zincîrên kapîtalîzmê bijîn û jiyana xwe li ser vî esasî bidomînin.

Ji ber ku divê em çawa îro wan bi bîr bînin, û di hişê wan de ye ku divê em şer bidomînin da ku xewnên wan pêk werin.

Ji ber ku ew ya herî piçûk e ku em dikarin bidin yên ku ji bo şoreşê her tişt dane. Divê em wan ne bi hêsir û keder lê bi ken û serbilindî bi bîr bînin. Çimkî ew şehîdên me ne, yên ku rê li ber yên mayî vekirine.

Bersiva ku em didin wan bi tenê yekîtî û hêz e! Her kesê ku îro li vir e ji bo şer tiştek daye lê hinekan her tişt daye!”