Pêngava 15’ê Tebaxê li Êrîvan, Londra û Strasboûrgê hate pîrozkirin

Li Êrîvan, Londra û Strasboûrgê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

ÊRÎVAN

Li baxçeyê Mala Gel a Êrîvanê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Şêwra Gelê Kurd parlementer Kinyas Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad li ser girîngiya rojê axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku têkoşîna bi 15’ê Tebaxê hate destpêkirin ne bi tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Kurdistanê û gelên herêmê jî bûye hêvî.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê li herêma Cambrîdgeyê seyranek hate kirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ û PKK’ê û posterê fermandar Egîd hatin daliqandin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Yalçin Tatvan di pîrozbahiyê de diyar kir ku 15’ê Tebaxê ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî serdemeke şoreşê daye destpêkirin. Tatvan got “Em şehîdên berxwedan û têkoşînê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Elîf Xeyal jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivî û diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi fermandar Egîd hatibû destpêkirin berxwedana jinan a li ser xeta Bêrîtanê û xeta fedaiyê ya Zîlanê derxistiye holê.

Di pîrozbahiyê de ji bo zarokan xebatên taybet, pêşbaziya zanînê hate kirin û şano hatin pêşkêşkirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û hate diyarkirin ku Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê wekî ‘Guleya yekemîn’ ketiye dîroka Azadiya Kurdistanê.

Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.