LFI-NÛPES’ê banga tevgerînê li Fransa û civaka navneteweyî kir

Parlamenterên Koma LFI-NÛPES’ê bang li Fransa û civaka navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê û gotin: “Ev êrîşên bi ser Kurdên şervan ên li dijî DAÎŞ’ê, divê demildest bên rawestandin.“

Koma Yên Ser Natewînin (NÛPES) a parlamentoya Fransayê, li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da çapemeniyê. NÛPES’ê bi bîr xist ku bi hezaran şervanên Kurd ji bo dozeke hemû cîhanê eleqedar dike canê xwe feda kiriye.

Di daxuyaniya bi sernavê “Artêşa Tirk êrîşê Kobanê dike“ de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk, gefan li cih û warên Kurdan ên li bakurê Sûriyeyê û Iraqê dixwe ku wê ji erdê ve êrîş bike. Bajarê Kobanê bi taybetî hat armanckirin. Ev bajar cihê yekemîn e ku Hêzên Kurd ên li Sûriyeyê bi piştgiriya navneteweyî DAÎŞ têk biriye. Bi hezaran şervanên Kurd di ber dozeke ku me hemûyan eleqedar dike de canê xwe da.

Êrîşên Tirk, bi piştî teqîna li Stenbolê, hatin kirin. Hikûmeta Tirk, PKK û QSD sûcdar kirin. Her du aliyan jî red kir ku tu têkiliya wan bi êrîşê re nîn e û sersaxî ji bo qurbaniyên êrîşê xwest.

Hikûmeta Tirk, ji bo dewamkirina li êrîşkariya xwe ya bi ser tecrûbeya demokratîk a Rojava ya li bakurê Sûriyeyê û alternatîfa bi pêşengiya HDP’ê ya li Tirkiyeyê, hincetan çêdike. Tirkiyeya endama NATO’yê, bi vî awayî têkoşîna li dijî hicreyên çalak ên DAÎŞ‘ê qels dike.

Parlamenterên Koma LFI-NÛPES’ê bang li Fransa û civaka navneteweyî dike ku li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Êrîşên bi ser Kurdan ku li dijî DAÎŞ’ê şer bêyî westan şer dikin, demildest bên rawestandin.“