Lêhat Botî li Cizîrê hate veşartin

Welatparêzê Kurd ê ji Kurdistanê ku 2'yê Hezîranê li Elmanyayê bajarê Wuppertalê çûyî ser dilovaniya xwe li bajarê xwe Cizîrê bi merasîmekê hate veşartin.

Piştî ku 3'yê Hezîranê li  bajarê Wuppertalê ya Elmanyayê merasîma wî hate kirin, Botî şandin bajarê ku lê çêbûyî Cizîrê û li wir hate veşartin.

Li Cizîrê bi sedan kes çû pêşiya cenaze, cenazeyê Botî pêşî birin mala ku diya wî lê dijiya. Piştre cenazeyê Botî birin mizgefa Mîreka. Botî, piştî ku hewcehiyên dînî hatin kirin li goristana asrî hate veşartin.