Kuştina Jîna û Şilêr li Osloyê hate şermezarkirin

Bi sedan kesên ji gelên cuda li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Osloyê li hev civiyan û piştgirî dan serhildana gel a li bajarên Kurdistanê û Îranê.

Li paytexta Norwêc Osloyê, bi sedan kesên ji neteweyên Kurd, Norwêcî, Fars û nasnameyên cuda ji bo kuştina Jîna Emînî û Şilêr Resûlî şermezar bikin û piştgiriyê bidin serhildana gel a li bajarên Kurdistanê û Îranê, li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê li hev civiyan.

Çalakî ji aliyê komîteyên Osloyê yên Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve hate lidarxistin. Her wiha Komeleya Karker a Komunîst, Jinên Navneteweyî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Sor a Norwêcê, Ciwanên Partiya Karker a Norwêcê (AUF) û Platforma Yarsan piştgiriya çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de peyamên rêxistinan hatin xwendin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Dîktator Reîsî", "Ji porê jinan netirsin", "Na ji kuştina jinan re", "Na ji nixumandina bi zorê re" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de bi armanca şermezarkirinê hin çalakgeran porê xwe jê kirin. Her wiha pankartek hate hildan ku tê de dihate nivîsandin ku dewleta Îranê li dijî jinan dest bi şer kiriye.