Kurdistaniyên Stockholmê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir

Di çarçoveya banga KCDK-E’yê de Kurdistaniyên li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir.

Kurdistanî, li ser banga KCDK-E’yê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê daketin qadan.

Kurdistaniyên li Stockholmê jî di heman çarçoveyê de ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker li navenda bajêr çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de ku bi awayekî awarte hate lidarxistin, pankartên şermezarkirina kiryarên dijî zagonên navnetewî yên hovîtiya dewleta Tirk nîşan didan, hatin vekirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “Destê xwe ji xwîna Kurdan bikişînin” hatin berzkirin.