Kurdistaniyên li Stockholmê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Kurdên Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi meşek girseyî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Stockholmê bi dirûşmeya banga ‘Dem Dema Azadiyê ye’ îro daketin qadan û meşek girseyî lidarxistin.

Meş li meydana Norra Bantorget a Stockholmê seet di 14:00’an de dest pê kir. Piştî girse kom bû, meşvanan pankartên ku hovîtî û kiryarên dewleta Tirk nîşan didan hildan û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Erdogan û DAÎŞ heman tişt in” û “Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema Azadiyê ye” hatin berzkirin.

Piştî ku meşvan heya bi meydana Sergelstorget a li navenda bajarê Stockholm meşiyan, li wir bi mitîngê dawî li çalakiya xwe anîn. Dema meşvan li navenda bajêr dimeşiyan, hin kesên faşîst xwestin provakasyon bikin, lê bi baldarbûna meşvanan, gel nehat provakasyonê.

Li cihê mitîngê piştî yek deqe bêdengî ji bo giyanê pak a cangoriyên rêya azadiyê, Hevserokê NCDK-Swêd Hemîd Bîten axivî û got: “Heya Serokê me azad nebe, em ê her roj li qadan bin. Her wiha daxwaza me ya ji bo azadiya tevayî Kurdistanê ye. Rast e ku em dijminê xwe baş nas dikin, hêza xwe jî dizanin, lê tiştê ku îro me diêşîne, hevkariya hin hêzên Kurdî ya bi dijminan re ye.”

Di mitîngê de her wiha Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs axivî û Zozan Baranson jî daxuyaniya NCDK’ê ya bi zimanê Swêdî xwend. Di daxuyanî û axaftinan de banga li azadîxwazan hat kirin ku pêwîst e di vê pêvajoyê de her kes hişyar be û ji her demê zêdetir li welatê xwe û li berxwedêrên serê çiyan xwedî derbikevin. Li meydana Sergelstorget jî bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.