Kurdistaniyên li Stockholmê ji bo HDP'ê meşiyan

Kurdistaniyên li Stockholmê ji bo şermezarkirina êriş û zextên li ser HDP li bajarê Stockholmê meşiyan.

Ji bo şermezarkirina êriş û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Girseya gel li qada Norra Bantorgetê doh li hev civiya û saet di 13:00 de ber bi qada Normalmstorgetê ve meşiya.

Di meşê de bê navber dirûşmên ji bo piştgiriya bi HDP'ê re hatin qîrîn.

Her wiha bi belavokan bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li dijî HDP'ê û siyasetmedarên Kurd.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û destpêkê bi navê NCDK-Skandînavyayê Hemîd Bîten axivî.

Bîten di destpêkê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, "Her weke tê zanîn, HDP projeya Rêber APO ye û lazime her Kurdek bi vê zanebûnê xwedî li HDP derbikeve. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê diviya bû ku hevserokên HDP’ê birêz Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bihata berdan, lê ji ber pasîfmayîn û tu helwesteke ciddî li hember Tirkiyeyê nehate nîşandan, Tirkiye wê biryarê bi cih nayîne. Em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê dikin ku lazime xwedî helwesteke baştir bin."

Mitîng bi qîrîn dirûşmên "Bijî HDP", "Kujer Erdogan" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.