Kurdistaniyên li Ewropayê ji 25’ê Çileyê û vir ve mîna her hefte roja Çarşemê çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Ofîsa NY’yê ya Cenevre ya Swîsreyê dabû destpêkirin, vê hefteyê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.
Çalakvanên ku saetên sibehê hatin ber derê NY’yê, di saet 13:00’an de mîtîngek lidar xistin.
Ji bo bîranîna 7 gerîlayên ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Xelîfanê hatibûn şehîdkirin, deqîqeyek rêz girtin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevre Salih Saglam axivî û diyar kir ku bi van êrîşên ku îmha û qirkirina gelê Kurd dike hedef, dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sûcê şer dike û bi domdarî gazên kîmyewî êrîşên xwe didomîne.
Saglam anî ziman ku divê di serî de NY’yî û saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna gazên jehrî û kîmyewî yên xweza, zindî û mirovan dike hedef şandeyekê ava bike û bikeve nava hewldanan.
Saglam bi bîr xist ku ev êrîşên dermirovî ji komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne cuda ye. Saglam destnîşan kir ku ji bo êrîş, qetlîam û qirkirinên dewleta Tirk û rêveberên PDK’ê teşhîr jî bikin wê tim li qadan bin.