Kurdistanîyên li Helsînkî’yê li dijî bikaranîna çekên kimyewî û qedexekirî ji alîyê artêşa Tirk a dagirker dengê xwe bilind kirin.
Kurdistanî îro li navenda Helsînkî civiyan û mîtîngek li darxistin. Di mîtîngê de pankartên li ser wan nivîsên dijî karanîna çekên qedexe hatin hildan ku têde bang li OPCW jî dikirin ku li dijî vî karê demirovî yê dewleta Tirk bêdeng nemîne.
Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayîn, her wiha ji bo hişyarkirina raya giştî li ser van karên qirêj yên artêşa Tirkiyê belavok hatin belavkirin û dirûşme hatin berzkirin.