Kurdistanî wê rojên Sêşem û Pêncşemê li ber OPCW’ê çalakiyan li dar bixin

Kurdistaniyên li Benelûksê dijîn biryar dan ku wê her rojên Sêşem û Pênçşemê li ber avahiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haagê çalakiyan li dar bixin.

Kurdistaniyên li Benelûksê dijîn biryar dan ku wê di navbira 3 Gulanê û 30‘ê Hezîranê de her rojên Sêşemî û Pêncşemê li ber avahiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haagê yê Holandayê çalakiyan li dar bixin.

Di çarçoveya çalakiyê de tê xwestin ku OPCW bi erka xwe rabe û lêkolîna çêkên kîmyewî yên artêşa Tirk li Kurdistanê bi kar tîne bike.

Bi pêşengiya Jinên Azad, NAV-BEL û DEM-NED’ê li Kurdistanî û dostên wan banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin.