Kurdistanî li Koln û Hîldesheîmê hatin ba hev

Kurdistaniyên li Hîldesheîmê hatin ba hev û cejna vejînê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarên Koln û Hîldesheîm ên Elmanyayê, cejna vejîna pîroz kirin.

KOLN

Li bajarê Kolnê pîrozbahî, saet di 14.00’an de dest pê kir û di saet 19.00’an de qediya. Salona pîrozbahiyê, bi alên YPG û YPJ’ê hat xemilandin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Adnan Amed axavtinek kir. Adnan Amed, cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, malbatên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê pîroz kir û ev tişt gotin: ”Gelê Kurdistanê di nav 44 salan de gelek nirx afirandin. Qadên têkoşînê yên mezin hatin bidestxistin. Partiyek, Rêbertiyek û artêşa gerîla derketin holê. Bi milyonan kes bûn sempatîzanên çalak ên têkoşîna ji bo Kurdistana azad. Şoreşa Rojava bû hêvî ji gelan re. Bi van destkeftiyan em nêzê roja mezin in. Bi vê boneyê em diyar kir dikin ku ev hemû destkeftî û salvegera 44’emîn li şehîdên me û Rêbertiya me ku 23 sal in di zindanê de ye pîroz be.”

Hunermedn Xemgîn Bîrhat, Canê, Zozan Zûdem, Hemîd Ûrmiye û Xelîl Sadiqî di pîrozbahiyê de stran gotin.

Xemgîn Bîrhat, du stranên salên 80’yî gotin û wiha axivî: ”Sala 1978’an Tevgerê, destpêkê li Kolnê dest bi xebatê kir. Me xebata xwe ya hunerê ya destpêkê li vir kir. Bextewar im ku 44 sal bi şûn de di şeveke wiha de li vir im. Ev roja pîroz li gelê me pîroz be.”

Hozan Canê jî derket ser dikê, strana xwe ya di girtîgehê de nîvîsî, got. Canê qala çîroka stranê û vê bîranîna xwe kir: “Rojekê mêtingeran bi ser qawîşa me de girt. Dest dan ser pênûs û lênûskên me. Hingê jinên şoreşger li ber xwe dida. Min xwest vê berxwedanê binivîsim. Çûkekê hêlîna xwe, li ser pencereya min çêkir. Çiqlên daran ji derve dianîn. Parçeyekê texteyekê, şewitî bû. Min bi wî parçeyê textê şewitî li ser dîwar helbest nivîsî piştre kir stran.” 

Hunermendê suprîz ê şevê jî, Amara Rojhilat (8) bû. Amara piştî bavê xwe Hemîd Ûrmiye derket ser dikê û stranek got.

Hunermend Hemîd Ûrmiye jî derket ser dikê û qala berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê kir. Hemîd got: “Bi sedan şehîdên me hene. Gelê me bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li ber xwe dide. Rejîm êrîşan dike. Berdêlên giran tên dayîn lê ji berxwedanê gav bi paş de nayê avêtin. Li ber bîranînên hemû şehîdan ez bejna xwe ditewînim.”

HÎLDESHEÎM

Bi organîzasyona Meclîsa Hannover û Hîldesheîmê û tevlêbûna gelek rêxistinên dost û kesan, roja berxwedanê bi coşeke mezin li Hîldesheîmê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û gelek nûnerên rêxistinan jî tev li pîrozbahiyê bûn.

Di axaftinan de wiha hat gotin: “Tevgera Azadiya Kurd, tenê weke rêxistinek derket. Lê rêya herî ronî ya çand, ziman û nasnameyê nîşan kir.”

Ji saet 14.00’an û bi şûn de, pîrozbahî bi guhdarkirina stran, helbest û çîrokan, heta saet 18.00’an dewam kir.