‘Kurdistan ji bo faşîztan bibe goristan’

Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û Tora RiseUp4Rojava, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga daketina qadan kirin.

Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û Tora RiseUp4Rojava daxuyaniyek nivîskî da, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, banga daketina qadan kirin.

Daxuyanî wiya ye.

"Roja Înê 24’ê Nîsanê artêşa faşîst ya dewleta Tirk êrîşên bejahî li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê da destpêkirin, ji bo herêmên nû yên Başûrê Kurdistanê dagirbikin. Piştî ku li herêma Avaşînê, Mamreşo hatiye bombarankirin vê carê leşkerên xwe bi helîkopteran li bejahiyê bicih kirine.

Bi bombardûmanê û leşkerên di bejahiyê de êrîşên xwe berferehtir kirin heta Metîna piştre jî heya herêma Zapê. Gerîla di keliyê de bersiva hewildana wan ya dagirkirinê dan û darbeyên mezin li faşîstên Tirk dan.

Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin kontrola gerîla de ne, girîng e em bal bikşînin û fam bikin, her êrîşên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya tên pêkanîn, heman demê êrîşên li ser tevahî şoreşê û Rojava ye jî , li ser tekoşîna li hemberî faşîstan di Kurdistanê de ye, dîsa li ser hemû herêmane û li ser me hemûyan e.

Ev êrîş û hewildana dagirkirinê ya dewleta faşîst a Tirk berdewamiya êrîşên li ser Garê ku berî çend mehan û êrîşên li ser Haftanînê yên sala par, berxwedaniya bi qehremantî ya gerîla û destekdayîna gerdûnî ya rêxistinên şoreşgerî binkeftina faşîstan pêk anîn.

Armanca dewleta Tirk a faşîst diyare û heya niha nehatiye guhertin; dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin, ji bo ku bikaribin di navbera Bakur Başûrê Kurdistan de herêma tampon ava bikin. Ew jî ji bo derbasbûna Rojava û dagirkirina Şengalê hêsantir bikin, dîsa darbeyên giran li gerîla bixin ji bo îradeya wan bişkînin. Ev hemû tişt jî bi erêkirina dewletên yekbûyî, Ewropa yê hêzên din pêk tên. Berî vê di demekî kurt de dewletên yekbûyî pêşniyara xwe ya çend milyon dolar di berdela Cemil Bayîk, Dûran Kalkan û Murat Karayîlan nû kir, sê şoreşgerên Kurd û kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiyê, ev jî dide diyarkirin ku hêzên Enternasyonal fikir û piratîk kirina şoreşê, ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêktînin, dixwazin hilweşînin!

Weki berê li Zap, Haftanîn û Garê Kurdistan goristana faşîzmê ye!

Em bangewazî li her kesî dikin zû bikevin tevgerê! Insiyatîf bigrin, biherikin kolanan, tevlî çalakiyên li derdora xwe bibin û çalakiyan bi rêxistin bikin. Nexşerêya herêmên ku di hedefa dagirkirinê de ne li ser rûpela RiseUp4Rojava binêrin!

Destek bidin û tekoşîna hevpar ya bi gerîla re xurtir bikin, weki ku berî du mehan me li hemberî êrîşên li ser Garê nîşan da! Garê serkeftina me ya hevpar bû, vê carê jî em ê dîsa bi hev re biserbikevin!

#UniteInResistance (di bexwedanê de bibin yek) hemberî faşîzim û dagirkerî! Bi hevra em ê faşîzma Tirk hilweşînin û parastina şoreşê û berhemên wê bikin! #SmashTurkishFascism.”