Kurdên Rûsyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Kurdên li herêma Saratovê, li navçeya Yerşovê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin.

Kurdên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Gel a Kurdên Yerşovê û endamên Komîteya Çandê hazir bûn.

Endamê Meclîsa Gel a Yerşovê Sultan Bakîr û Mîrzalî Yusuboz û endamê Komîteya Çandê Ehmed Bakî axaftinek kirin.

Di axaftinan de hate gotin êrîşên Tirk li ber çavê cîhanê tê kirin û armanc tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e.

Di axaftinan de hefkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate bixîrxistin û hate gotin,''Em Kurdên li Rûsyayê dijîn van hêzên hevkar-noker şermezar dikin'' û hat gotin ew ê li ber dîrokê berpirs bin.

Bi berdewamî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e ku polîtîkaya îmha û înkarê bînin asteke dîtir.

Di axaftinan dde her wiha bang li hêzên Kurd û Kurdistanî kirin ku bibin yek û li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê rawestin.