Kurdên Rûsyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Kurdên Rûsyayê êrîşên dagirkeriyê yên Tirk ên li ser qadên gerîla û bêdengiya raya giştî ya navnetewî ya li bara êrîşan şermezar kir.

Kurdên Rûsyayê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Kurdên ku li navçeya Novaaleksandrovskiyê ya herêma Stavrapol a Rûsyayê dijîn diyar kirin dewleta Tirk a mêtinger û qirker wê ti encamê ji êrîşan nestîne.

Di daxuyaniyê de ku li ber Navenda Çandê ya Kurd hate dayin Hevserokê Navenda Çanda Kurd Huseyîn Axmedov û endamê meclîsê Mustafa Asayev diyar kirin dewlta Tirk wê derbeke weke ya li Garê bixwe.

Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike, çekên kimyewî bi kar tîne û li dijî bêdengiya raya giştî ya li ser êrîşên Tirk helwest hate nîşandan. Di axaftinan de hate gotin, ''DYE, welatên Ewropayê û hêzên navnetewî bi bêdengiya xwe helwesta xwe diyar dikni. NY, YE, DYE demildest divê  piştevaniya xwe ya li polîtîkayên êrîşên îmha û înkarkirina Kurdan bi dawî bikin.''