Kurdên Marîgnaneyê 1’ê Gulanê li esnafan pîroz kirin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Marîgnaneyê 1’ê Gulanê li esnafan pîroz kirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Marîgnane ya Fransayê, 1’ê Gulanê pîroz kir. Di vê çarçoveyê de serdana esnafan kirin û 1’ê Gulanê li wan pîroz kirin.

Nûnerên Kurdan ên li Qada Marîgnane hatin ba hev, serdana esnafan kirin û piştre jî çûn ziyareta serokê şaredariyê. Di serdanê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û tecrîdê agahî dan.

Nûnerên NCKD, ji bo meşa ku wê sibe saet 10:00’an li Marsîlya pêk bê jî banga tevlîbûnê kir.