Kurdên li Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê dadikevin qadan

Kurdên li Swîsreyê dijîn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Lajîn, TCŞ û TekoJIN’ê bi boneya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, Dêrik, Şehba, Zirgan ên Rojava, Qendîl û Asosê li Başûr, li ber îstageha trenê ya navendî ya bajarê Lozanê hatin ba hev û bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin.

Li bajarê Lûzern û Bernê jî Kurd daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Li Swîsre çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê berdewam dike.

Konseya Kurd a Demokratîk CDK-S û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), têkildarî çalakiya protestoyî ya navendî ya sibe saet 15.00’an li Zurîhê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê li hemû derdorên demokratîk û bi taybet Kurdan kir.