Kurdên li Swîsrê: Em ê bi têkoşînê bersiv bidin êrîşan - HATE NÛKIRIN

Kurdên li Swîsrê dijîn li dijî êrîşên hewayî yên bir ser Mexmûr û Şengal ên Başûrê Kurdistanê û Dêrik a Rojavayê Kurdistanê derketin qadan û gotin: “Em ê bi têkoşînê bersiva herî xurt bidin êrîşan.“

Dewleta Tirk a dagirker di şeva 1'ê Çileyê de bi hemwext êrîşên hewayî bir ser Mexmûr û Şengal ên Başûrê Kurdistanê û Dêrik a Rojavayê Kurdistanê. Li dijî van êrîşan Kurd li gelek welatên Ewropayê daketin qadan.

Kurdistaniyên ku bi banga 'Çalakiya lezgîn' daketin qadan, çalakiyên xwe yên li dehan navendên Swîsreyê dewam kirin.

CENEVRE

Di çalakiya rûniştinê ya ku her Çarşemê di çarçoveya Pêngava “Dem Dema Azadiyê” de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê dewam dike. Çalakgeran êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li NY’ê kirin ku peywîra xwe bi cih bîne.

‘BILA NY PEYWÎRA XWE BÎNE CÎH‘

Di çalakiyê de Berdevkê Koma Aştiyê yê Mexmûrê Nurettîn Tûrgût axivî û wiha got:“Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava şermezar dikin. Wargeha Penaberan a Mexmûrê dibin kontrola NY’yê de ye. Divê demildest NY li peywîra xwe rabe û ji bo parastina sivîlan bikeve dewrê.“

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN‘

Tûrgût diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê hate têkbirin, Tirkiye bi awayek hovane êrîşî herêmên sivîl kirin û wiha pê de çû: “Armanca êrîşên şeva 1’ê Sibatê komkujî bû. Em ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe xurt bikin û êrîşên Erdoganê faşîst û çeteyên wî têk bibin. Çawan ku têkoşîn li Hesekê hate dayîn û hêzên çeteyan hatin têkşikandin, em ê ji di asta herî bilinde têkoşîna xwe mezin bikin û ehmû êrîşan vale derxin.“

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam jî got, "Em bang li dostên xwe bi taybet hemû gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan têkoşîna gelê Kurd hembêz bikin."

Piştî belavokên Fransî hatin xwendin, Kurdistaniyan çalakiya rûniştinê berdewam kirin.

ZURÎH

Kurdên li bajarê Zurîhê dijîn û dostên wan li herêma Rathaûsê hatin cem hev. Di çalakiyê de hêrsa Kurdan a li dijî dewleta Tirk a dagirker di asta herî jor de bû û bê navber dirûşme hatin berzkirin.

Çalakger ber bi konsolxaneya Tirkiyeyê ve dest bi meşê kirin.

Meşa Kurdan û dostên wan di van kêliyan de berdewam dike.

ST. GALLEN

Li St. Gallenê bi pêşengiya ciwanan çalakiya şermezar kirinê hate lidarxistin.

Kurd û dostên wan ên di saet 17.30’an de li Bahnhofê hatin cem hev û daxuyanî dan çapmeniyê. Di daxuyaniyê axaftinên bi Kurdî û Elmanî hatin kirin û banga mezinkirina têkoşînê li dijî êrîşan kirin.

LOZAN

Qadeke din a çalakiya Kurdan bajarê Lozanê bû. Bi pêşengiya saziyên demokratîk û rêxistinên ciwanan ên Swîsreyê li ber dêra St Laurent mîtîngek hate lidarxistin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sîtkî Demîr, bal kişand li ser berxwedana li dijî êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê û got:“ Bi tu awayî cihê van êrîşên li hiqûqa navneteweyî, exlaqê mirovahiyê û hiqûqa şer de tuneye û aşkera ye ku bi van êrîşan qirkirina Kurdan kirine hedef. Bêdengiya cîhanê ya li dijî van êrîşên hovane bi tu awayî em qebûl nakin. Em ê timî van êrîşê qirkirinê yên li dijî gelê Kurd teşîr bikin.“

Li ser navê Koma Şanoyê ku ji hunermendên Swîsreyî û Enternasyonalîst ên li Rojava dixebitin, daxuyanî hate dayîn.

Piştî daxuyaniya bi zimanê Fransî, çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.

BERN

Li Bernê jî Kurdan û dostên xwe li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk meşek li dar xistin. Meş heta Parlamentoya Federal dewam kir. Piştî meşê daxuyanî bi zimanê Elmanî hate xwendin.

Dîsa di saetên êvarê de Kurdistaniyên ku li bajarên Basel, Lûzern, Winterthûr, St Gallen, Solothurn û Bîelê daketin qadan, êrîşên qetlîamkar ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li Swîsrê, Kurd û dostên xwe wê sibe jî li gelek qadan derkevin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.