Kurdên li Rûsyayê: Ji bo Şengalê em berxwedanê mezin bikin

Kurdên li Rûsyayê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin.

Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî û Organîzasyona Êzdîxanê bi navê Kurdên li Rûsyayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser bajarokê Sinûnê yê Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re hate xwestin û hate ragihandin ku êriş parçeyek ji êrişên dewleta Tirk, hikumeta Bexda û PDK'ê ya ji bo valakirina Şengalê ye.

Di daxuyaniyê de işaret bi rola bawerî, çandî û dîrokî ya Şengalê ya ji bo Kurdan hate kirin û hate ragihandin ku dijminên gelê Kurd ji bo van nirxan tune bikin, serî li her rê û rêbazê didin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku di serî de li Başûrê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê berxwedana li dijî êrişan bê mezinkirin.