Kurdên li Rûsya tecrîda li Îmralî protesto kirin

Kurdên li Krasnodar a Rûsyayê dijîn, tecrîda li Îmralî protesto kirin, peyama xurtkirina têkoşînê dan.

Kurdên Li herêma Starovelîçkovskaya a Krasnodar a Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de, diyar kirin ku bi tecrîda li Îmralî dixwazin hemû Kurdan teslîm bigirin.

Siyamend Şaxbozav û Gulîzar Nebîyeva destnîşan kirin ku Kurdan bi Rêberê Gelê Kurd dengê xwe gihandin cîhanê û gotin: “Heta ku polîtîkayên qirkirin û têkbirinê yên dewleta Tirk a faşîst bi dawî nebin, em ê têkoşînê mezin bikin.”

Her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya li hember tecrîda li Îmralî jî hate dayîn.