Kurdên li Parîsê li pêşiya konsolosxaneya DYE çalakiyek kirin

Ji ber ku DYE biryar dabû kî cihê rêveberên PKK’ê bide wan ew ê xelatê bidin kesan, vê biryara DYE li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye hate protestokirin.

Gelê Kurd Li pêşiya konsolosxaneya DYE hatin ba hev û pankartên ‘Sê rêveberên Kurd ji bo nirxên mirovayetiyê têdikoşin’ vekirin.

Çalakgeran flamaya wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hildan û sloganên ‘Erdoganê kujer’, ‘Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî’ û ‘Erdoganê dîktator’ berz kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi Fransî hatin xwendin û belavkirin. Çalakgeran xwestin bila biryara DYE ya li ser rêveberên KCK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan jî were betalkirin.

Çalakgeran diyar kirin heta ku biryar were betalkirin wê her roja Çarşemê li pêşiya Konsolosxaneya DYE kom bibin.