Kurdên li Ewropayê êrişên li ser Şengalê protesto kirin -HATE NÛKIRIN

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî daketin qadan û êrişa li ser Şengalê û kuştina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistaniyan êrişa li ser Şengalê û kuştina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kir.

Çalakî saet di 19.00’an de li pêşiya Nûnertiya Ewropayê hate kirin. Gelê Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankart û dovîzên ‘Ewropa li hemberî qetlîamê bêdeng nemîne, li Şengalê mirov hatin kuştin, peywira xwe ya mafên mirovan pêk bîne, Erdogan Kurdan qetil dike” hatin hildan.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê hatin hildan û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Şengal ne bi tenê ye’ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya KCDK-E’yê hate xwendin û çalakî bi sloganan bi dawî bû.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye jî êrişên li ser Şengalê hatin protesto kirin.

Bi banga Rêxistina Meclîsa Jinên Êzidî çalakî li qada Alexanderplatzê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst piştî ku Mam Zekî kuşt niha jî hevalê wî Seîd kuşt. Piştî peymana Bexda-Erbîlê qirkirina dewleta Tirk a li dijî civaka Êzidî zêde bû.”

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku şehîd Seîd, şehîd Mam Zekî û şehîd Îsa wê bibin afirandin û parastina Şengala xweser.

VÎLLÎERS LE BEL

Li Vîllîers le Bela Parîsê jî gelê Kurd û dostên wan êrişa qirker a li ser Şengalê protesto kirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî êrişa li ser Şengalê hate protesto kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike lê li hemberî van êrişan jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade.

BREMEN

Li bajarê Bremen a Elmanyayê jî êrişa li dijî Şengalê ya dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Gelê Kurd saet di 19.00’an de hatin ba hev û sloganan ev êriş protesto kirin.

DRANCY

Li banlîyoyeya Drancy a Parîsa Fransayêjî êrişa li ser Şengalê hate protestokirin.

Gelê Kurd li pêşiya NCDK’ê hatin ba hev û bi pankarta ‘TC=DAÎŞ’ ber bi şaredariya Drancyê ve meşiyan.

Li pêşiya şaredariyê ji bo şehîdan rêz hate girtin û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin “Li Şengalê qetlîam tê kirin û Ewropa di serî de dinya vê qetlîamê naxwaze bibîne.”

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire faşîzma AKP û MHP’ê’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.