Kurdên li Ewropayê li diji dagirkeriyê li qadan bûn-NÛ BÛ

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dom dike. Di vê çarçoveyê de Kurdistaniyên li Ewropayê li qadan bûn.

Li paytexta Îtalya Roma, bajarê Bîelefeld a Elmanya, bajarê Amsterdam a Hollanda û paytexta Avûstûraya Viyanayê Kurdistanî û dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

ROMA

Meclîsa Kurd a Roma li paytextê hatan ba hev û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Kurd a Roma Osvaldo Gîûrana axivî, diyar kir ku piştî hevdîtina Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokkomarê Tirk Erdogan û şûnde êrîş hatine destpêkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Dawî li êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li Başûrê Kurdistanê  bînin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ hatin qîrkirin.

BÎELEFELD

Li Bîelefeld a Elmanyayê jî di heman çarçoveyê de êrîşên dagirkeriya Tirk bi çalakiyên hatin kirin, hatin protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin heta êrîş bidomin wê berxwedan jî hebe. Hate destnîşankirin ku bêdengiya li hember êrîşan tê wateya hevkariyê û erêkirinê. Axaftvanan daxwaz kir ku dawî li desteka xwe ya li pişt rejîma AKP-MHP’ê û DAÎŞ’ê bînin.

VIYANA

Li ser banga TCŞ’ê û TEKO-JIN li Stephansplatz a paytexta Avûstûrya Viyanayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Metîna’.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûrya Kurdistanî li Herrengasse bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê protesto kirin. Çalakî bi belavkirina belavok û xwendinê dawî bû.

AMSTERDAM

Bi heman armancê Kurdistaniyên li Amsterdam a Hollandayê jî li qada Damê hatin ba hev û dagirkerî protesto kirin. Li ser navê MED-NED’ê Huseyîn Yildiz axivî û li dijî êrîşan banga têkoşîna rêxistinkirî û piştevaniya bi Kurdan re kir.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.