Kurdên li Ewropayê ji bo HDP’ê daketin qadan

Li Parîs, Rennes û Dusseldorfê ji bo xwedîlêderketina HDP’ê gelê Kurd û dostên wan daketin qadan û gotin “Em destûrê nadin girtina HDP’ê”.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB)li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê bi şîara ‘Em ê HDPê nedin girtin. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ meşek hate lidarxistin.

Gelê Kurd û dostên wan li qada Repûblîqûeyê hatin ba hev û dovîzên ‘Em destûrê nadin girtina HDPê. Em ê li Tirkiyeyê faşîzmê têk bibin” hildan.

Girse ber bi qada Stalîngradê meşiya û sloganên ji bo piştgiriya HDP’ê û li hemberî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê berz kirin. Di meşê de belavokên CDK-F’ê hatin belavkirin.

Li qada Stalîngradê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de peyama Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a ji bo çalakiyên 18’ê Îlonê hatin xwendin.

Li ser navê ADGB’ê jî Kemal Karanfîl axivî. Karanfîl got “HDP ne partiyeke ji bo hilbijartinan e, ne partiya îhaleyan e. HDP partiya azadîxwaz û edaletxwazan e. Roj  roja xwedîlêderketina HDP’ê ye.”

Çalakî bi sloganan bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê gelê Kurd û dostên wan li dijî êrişên dagirker ên li dijî dewleta Tirk, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên li ser HDP’ê mîtîngek lidarxistin.

Mîtîng li Place du Colombîerê bi rêzgirtinê dest pê kir û li hemberî gefa girtina HDP’ê û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê belavokek hate xwendin. Di belavokê de hate diyarkirin ku bomberdûmana li ser qadên sivîl û doza girtina HDP’ê parçeyekî polîtîkaya tecrîdê ye.

Di daxuyaniyê de berxwedana zindan û gerîlayan hate silavkirin û girse piştre ber bi qada Qada Repûblîqûeyê bi sloganên ‘Bimire xiyaneta PDK’ê û ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ meşiya.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo xwedîlêderketina HDP’ê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya gara trenê hate destpêkirin.

Di çalakiyê de pankartên ‘Em HDPyî ne’ û ‘Em ê HDPê nedin girtin’ hatin hildan û bi qasî du kîlometre û nîvan meş hate kirin.

Di meşê de alîkariya Elmanyayê ya ku dide faşîzma AKP û MHP’ê hate teşxîrkirin û hate xwestin ku divê Elmanya piştgiriyê nede dewleta Tirk.