Kurdên li Dûîsbûrgê bi sedan name ji NY’yê re şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Saziyên Kurdan ên li bajarê Dûsîbûrg a Elmanyayê bi sedan name ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Çalakiya kampanya îmze û nameyan a ji bo NY’yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe, hatibû destpêkirin dewam dike.

Endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Meclîsa Jinan û NCKD îro li pêşiya postexaneya Dûîsbûrgê kom bûn û bi sedan nameyên kom kiribûn ji bo NY’yê şandin.

Endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel nêzî 4 hezar îmzeyên berhevkiribûn, diyar kir ku ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’yê hatiye şandin, anî ziman ku wê kampanyê bidomînin.