Kurdên li Danîmarkayê bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin

Kurdên li Danîmarkaiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Danîmarkayê bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Meclîsa Jinê ya Sêvê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê bi sedan nameyên ku di çalakî û xwepêşandanan de kom kir, ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şandin. Di n ava 2 hefteyan de 399 nameyên din ji postaxaneya Kopenhagenê hatin şandin.