Kurdan û dostên xwe li pêşiya Parlementoya Ewropayê dagirkerî protesto kirin

Êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê ya ku dewleta Tirk dike li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyê ji aliyê Navenda Demokratîk a Kurdan a Belçîkayê (NAV-BEL) li qada Luxemboûrgê ya li hemberî Parlementoya Ewropayê hate kirin.

Di çalakiyê de parlementerên Ewropayê jî axivîn û sloganên ‘Em hemû PKKyî ne’ hatin berzkirin.

Parlementer û Berdevkê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê Françoîs Alfonsî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Kurdan. Endama Parlementoya Ewropayê ya ji Partiya Antîkapîtalîst a Îspanyayê Mîgûel Ûrban jî got “Partiya me piştgiriyê dide Kurdan û em bêdengiya Parlementoya Ewropayê tu carî qebûl nakin.”

Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Charles Pûîgdemont, Wezîrê berê yê Katalonyayê Tonî Comîn û li ser navê Partiya Çepgir a Elmanyayê Cornelîa Ernst jî tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî di çalakiyê de axivî û got “Girîng e ku gel li ser pêyan e û teslîm nebûye. Ev wê serkeftinê bîne.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ya berê Fîlîz Koçalî jî bang li Parlementoya Ewropayê kir û got “Hûn ê yan bi me re bin an jî bi faşîzma AKP û MHP’ê re bin.” Koçalî diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê bi DAÎŞ’ê re ye û Kurdan sond xwarine ku wê DAÎŞ’ê tune bikin.

Andî Fermot jî li ser navê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk dike. Fermot got “Li Şengalê nexweşxane hate bomberdûmankirin û ev sûc e.” Fermot bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk dema Başûr û Rojavayê Kurdistanê bomberdûman dike, sivîlan qir dike.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got “Her kes dizane ku bi azadbûna Rêber Apo wê krîzên li Rojhilata Navîn were çareserkirin.” Koç diyar kir ku bêdengiya Parlementoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî tê wateya hevkariya qetlîaman.

Li ser navê TJK-E’yê Elîf Sarica jî diyar kir ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êriş heye û got “Dewleta Tirk dijminê aştî, demokrasî û edaletê ye.”

Asya Abdullah jî li ser navê Kongra Star bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev tecrîd ji bo mirovayetiyê şerm e.