Kurdan li Stockholmê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Kurdên li Stockholmê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Metîna, Zap û Avaşînê daye destpêkirin, çalakiyek protestoyî lidarxistin.
Kurdên li Stockholmê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Metîna, Zap û Avaşînê daye destpêkirin, çalakiyek protestoyî lidarxistin.
Kurdên li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek lidarxistin.
Kurdên li Stockholmê di saet 17:00’an de li qada Sergels Torg a Stockholmê hatin gel hev, banga berxwedanê kirin û diyar kirin ku divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrîşên dagirker dengê xwe bilind bikin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.