Kurdan li pêşiya NY banga xwedîlêderketina berxwedanê kirin

Li Cenevreyê ji bo xwedîlêderketina greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiyeyê berxwedanên greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ji bo xwedîlêderketina berxwedana grevên birçîbûnê jî li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Efrînê û şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê CDK-Cenevreyê Salîh Saglam diyar kir ku divê xwedî li greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê were derketinû got ,”Ji bo em dengê berxwedanê bidin bihîstin, em dest bi çalakiyên bênavber dikin. Di 25’ê Çileyê de li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî em ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Heta ku azadiya Rêbertiya me pêk were, em ê li qadan bin.”

Di çarçoveya pêngava ‘Niha dema azadiyê ye’ wê piştî 1’ê Sibatê Cenevre di serî de wê li gelek navendên Swîsreyê meşên dirêj werin kirin.

Bi heman armancê ji bo balkişandina tecrîdê pirtûkxane jî tên amadekirin.