Kurdan li pêşiya NY bang kir: Bila statuya Şengalê were naskirin

Cangoriyên qetlîama Şengalê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatibû kirin, li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hatin bîranîn.

Gelê Kurd ji 24’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê dikin. Vê hefteyê jî qetlîama Şengalê hate protestokirin û cangoriyên qetlîamê hatin bîranîn.

Di çalakiya bîranînê de çalakgera YJK-S’ê Bêrîvan Avci axivî û got “Beriya niha 7 salan li Şengalê civaka Êzidî hate qirkirin û bi hezaran jinên Êzidî li bazarên koleyan hatibûn firotin. Êşa birîna qirkirinê îro jî didome. Gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG û YPJ’ê bi têkoşîna xwe êrişên çeteyên DAÎŞ’ê şikandibûn.

Divê îradeya gelê Şengalê û statuya wê were naskirin. Ji berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî ye ku vê berpirsyariya xwe pêk bîne.”

Bîranîn bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.