Kurdan li Marsîlyayê jiyan rawestand

Zêdeyî 7 hezar Kurdistanî û dostên wan ên li Başûrê Fransayê dijîn, di Roja Grevê ya Navneteweyî ya Li dijî Çekên Kîmyewî li Ewropayê, berbi qada Canebîere ve herikîn.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F), Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 12’ê Mijdarê Roja Grevê ya Li dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî hat îlankirin. Bi meşa li Dusseldorfê re li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransayê meşek hat lidarxistin.

Girseya ku li qada Canebîereyê hat ba hev, êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku artêşa Tirk ev 8 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tîne û sûcên din ên şer, teşhîr kirin.

Beriya meşê hemû Kurdistanî û esnafên dostên Kurdan ên li Marsîlya, Dragûîgnan, Marîgnane, Nîce, Cannes û hin bajarên din ên derdor, ji bo teşhîrkirina sûcên şer pankart li dikanên xwe daliqandin û dikanên xwe girtin. girse di saet 12.00’an kom bûn û di saet 14.00’an de dest bi meşê kirin.

BASKÊ MAMREŞO Û METÎNAYÊ

Baskê yekem ê meşa ku wê bi du baskan destpê bike, ji enternasyonalîstên Fransî pêk dihat û korteja Mamreşo ya ku ji Solîdarîte Internatîonalîte Marseîlle Kurdistan, Kordînasyona Serhildan, Antîfa Marseîlleyê pêk dihat, gihiştgin Qada Canebîereyê. Li vir bi Korteja Metîna ya CDK-F, TJK-F û TCŞ’ê re gihiştin hev. Her du kortejan ji vir, dest bi meşê kirin. Komîteya amadekar diyar kir ku bi hatina ba hev a kortejan re tevlêbûna meşê bû zêdeyî 7 hezar.

PEYAMA 3 MEYMÛN

Piştî hatina ba hev a kortejan re, girse ber bi Nûneriya Başûrê Fransa ya Parlamentoya Ewropayê ve dest bi meşê kir. Li pêşiya meşê pankarta ku wêneyên gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn hat hildan, pişt wê re jî di destê zarokan de alên HPG’ê hebûn û pişt wê re bi cilên spî û maskeyên, dest bi meşê hat kirin. Ji bo nûneriya YE, NATO û NY’ê meymûnên “min ne dît, nebihîst û ez nizanim” hatin hilgirtin. Girseya li paş mayî jî dovîz ên sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr dikin, pankart û alên PKK’ê hildan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Kîmyewî Erdogan, Kîmyewî dewleta Tirk”, “Terorîst Erdogan, kujer dewleta Tirk”, “Zap, Avaşîn, Metîna; Bijî Gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, belavok hatin belavkirin û hatin xwendin. Di tevahiya meşê de jî, her wiha ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên qedexe” jî îmze hatin berhevkirin.

Di belavoka Fransî ya di meşê de hatî xwendin de, îşaret bi sûcên şer ên dewleta Tirk hat kirin. Di belavokê de hat diyarkirin ku dema mijar dibe Kurd, hemû cîhan ker dibe û bang li OPCW’ê hat kirin ku demildest heyetek serbixwe bişîne herêmê. Girseya çalakgeran li kolanên Marsîlyayê, çalakiya rûniştinê ya 3 deqeyan jî li dar xistin. Piştre girseyê meşa xwe domand û li ber Nûneriya Parlamentoya Ewropayê mîtîngek li dar xist.

BIKARANÎNA KÎMYEWIYÊ RAWESTÎNIN

Çalakgeran li ber parlamentoyê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar Menal Serhat axivî. Menal anî ziman ku pêvajoya ku ew tê re derbas dibin, ne pêvajoyek normal e û got: “Divê her kesê xwedî wijdan, hemû dewlet êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk, demildest rawestînin. Ez li vir car din bang li hemû dagirkeran dikim, bikaraîna kîmyewiyê rawestînin û piştre em dakevin qada şer. Em bibînin ku kê çawa li hemberî keç û kurên me şer dikin. Gerîla û gelê me li berxwe dide. Qasî ku ev gel hebe, wê berxwedan bidome. Em ê vê zilmê û berxwedanê ji bîr nekin. Wê zarokên me jî ji bîr nekin.”

EM PAŞ DE GAV NAAVÊJIN

Piştre Sebahattîn Xinis li ser navê NCKD’ê axivî û ev tişt gotin: “Bila tu kes nehizire ku em ê li dijî van êrîşan paş de, gav biavêjin. Em ê sûcên Ewropa û artêşa dagirker teşhîr bikin, car cin soza serkeftinê ya vê meşa gelê xwe ya 50 salan didin. Bijî gerîla, Bijî Serok Apo û Bijî Kurdistan.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşme, tilîlî û çepikan bi dawî bû.