Kurdan li ber Komîsyona Ewropayê çalakiya protestoyê li dar xistin

Kurdên li Belçîkayê û dostên wan li ber avahiya Komîsyona Ewropayê ya li Brukselê, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla û sivîlan şermezar kirin. Dosyayek pêşkêşî komîsyonê hat kirin.

Êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker ji nîvê Nîsanê ve li dijî gerîla zêde kiriye, li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye hate protestokirin.

Di çalakiya li taxa Ewropayê ya ku Parlamento, Konseyî û Komîsyona Ewropayê lê ne, li dijî dewleta Tirk û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dirûşme hatin berzkirin.

Kurdên li Qada Schûman a li kêleka Komîsyona Ewropayê hatin cem hev û gelek caran bê navber dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî ", "Dawî li qetlîama Kurdan bînin" berz kirin. Çalakgeran pankartên ku balê dikişîne ser çekên kîmyewî vekirin, gelek çalakger jî kincên spî yên sembola êrîşên kîmyewî li xwe kiribûn.

Konseya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Belçîkayê (NAV-BEL) ku çalakî organîze kir, dosyayek ku tê de êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û daxwazên çalakgeran tê de pêşkêşî Komîsyona Ewropayê kir.

Di dosyaya ku pêşkêşî Komîsyonê hat kirin de ev bang hatin kirin:

“Em bang li hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û YE’yê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û şerê dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidin. Eger ev şer neyê rawestandin, wê aramiya tevahiya herêmê hîn zêdetir xirab bibe.

Em bi taybetî bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên sivîl û çapemeniya navneteweyî dikin ku li dijî vî şerê qirêj dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî vî şerê îmha û qirkirinê yê dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê û xwezaya Kurdistanê daye destpêkirin, helwesta xwe zelal bikin.

Em bang li NY, NATO, YE, Konseya Ewropa û Yekîtiya Ereban jî di nav de, hemû hikûmet û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî vê binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û em dixwazin ku ku artêşa Tirk leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne û hemû îxracetên çekan bidin rawestandin.

Em bang li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên aştiyê, sendîkavan û aktîvîstan dikin ku li dijî vê êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bidin.

Divê em bêdengiyê bişkînin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bikevin nava tevgerê!”

Di çalakiyê de heman daxwaz hatin ziman û hat gotin, "Bêdengî û xemsariya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê em berpirsyar dibînin, ev bêdengî dibe sedema her roj berdêlên giran bê dayîn."

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, çalakvanan diyar kirin ew bi fikar in.