Kurdan ji bo NY’yê got: Muxatabê we gelên Sûriyeyê ne

Bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye ku 27’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, li bajarê Cenevre li pêşiya ofîsa NY’yê çalakiya rûniştinê destpê kir.

Di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li pêşiya Ofîsa Netweyên Yekbûyî (NY) Kurdistaniyan dest bi çalakiyeke ya rûniştinê kirin. Çalakî heman demê di wexêt ku wê civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeye ya li Cenevreyê tê kirin ku wê 5 rojan dom bike, pêk hat. Di çalakiyê de hate gotin ku ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê gelê Sûriyeyê muxatabin.

Kurdistaniyên ku saetên sibê li pêşiya NY’yê kom bûn kon dan û dest bi çalakiyê kir.

Li dorî kona wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ û TJK-E’yê hatin hildan û pankartên bi nivîsên ‘Faşîzma dewleta Tirk rawestînin, dem dema azadiyê ye’, ‘Li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî faşîzmê ji bo azadiya Ocalan girtiyên siyasî di grevê de ne’ hatin hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Hevseroka CDK ê Cenevreyê Salih Saglam axivî.

“Ev du meh in, girtî li zindanên Tirkiye ji bo azadiyê di nava çalakiyê de ne. Ji bo protestokirina civînên Sûriyeyê yên bê Kurdan ên Neteweyên Yekbûyî, me starta çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Em Kurdistanî çalakiyên xwe didomînin. Bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku piştevaniyê xurt bikin.”

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hîkmet Îbrahîm diyar kir ku di hevdîtinên Sûriye yên li NY’yê de di serî de gelê Kurd û gelên li herêmê li dijî zilmê têkoşîn dikin, tine tê hesibandin û got: “Di van hevdîtinan de ji gelê Sûriyeyê tu kes nîne, dixwazin herêmê bi destê Rûsya û Tirkiyeyê radestî çeteyan bikin. Em berxwedana xwe ya li dijî van polîtîkayan didomîni nû bi biryar in. Muxatabê esasî yê NY’yê yên li ber zilmê bêdeng namînin,li ber xwe didin, berdêl didin û daxwaza statûyê dikin in.”

Hevserokê CDK’ê yê Swîsreyê Alî Şîmşek jî axivî û got: “Êrîşên bi destê çeteyan a li ser Kurdistanê û qetlîamên tên  kirin, dewama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye. Êrîşên li ser Rojava ku bi pradîgmaya Ocalan hatiye avakirin jî li ser vî bingehî ye. Heta Rêber Apo azad nebe û Kurdisan serbixwe nebe, em ê li qadan bin û li dijî zilmê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan dom kir. Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Ofîsa NY ya Cenevreyê wê her hefte 3 rojan bidome.