Kurdan êrîşên kîmyewî û hevkariya Swêdê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kirin

Kurdan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Swêd a li hemberî van sûcan, li Stockholmê çalakî li dar xistin.

Îro danê nîvro bi mebesta şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyewî li ser gerîla, her wiha helwesta dewleta Swêdê ya ku dixwaze li gorî daxwaza siyaseta qirkirin û krîmînalîzekirina Kurdan a ji hêla dewleta Tirk nêzî Kurdan bibe û navberê bixe nava xwe û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyek li Stockholmê ku paytesta Swêdê ye hat lidarxistin.

Li parka Norra Bangtoget a Stockholm’ê bi armanca şermezarkirina bikar anîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û her wiha helwesta dewleta Swêd ya ku dixwaze li gorî daxwaza siyaseta qirkirin û krîmînalîze kirina Kurdan a ji hêla dewleta Tirk nêzî Kurdan bibe, bi beşdariya Komîteya Piştgiriya Rojava û Kurdistaniyên li Stockholm û bakurê Swêd meşeke girseyî pêk hat. Di meşa ku heya bi meydana Normamlmstorget a navenda bajêr dom kir de, gelek alên PKK’ê hatin hildan, pankartên mezin yên wêneyên gerîlayên ku di encama êrîşên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn li ser hebûn û her wiha postereke mezin ya ku li ser kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker vedigot hatin vekirin.

Di destpêka meşê de Hevserokê NCDK-Skandînavya Hemîd Amed axaftinek kir û got: “Dewleta Swêd û Fînlandiya ji bo endambûna NATO’yê serlêdan kirine. Helbet em weke Kurd ne li dijî vê yekê ne, lê tiştê ku em napejirînin û rexne dikin, Kurd kirine mijara bazariya di navbera xwe û Tirkiyê de. Ev yek hem li dijî pîvanên demokrasî ya Swêd e û şermeke pir mezine.” Piştî axaftinê girse ji nava bajêr ve heya bi meydana Normalmstorget meşiya. Di dema derbazbûna meşvanan de bê navber dirûşmeyên “Bijî şervanên gelê Kurd”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Kujer Erdogan”, hatin berzkirin û bê navber li ser armanca meşê belavok hatin belavkirin, her wiha têkildarê armanca meşê axaftin hatin kirin.

Piştî girse giha qada mîtîngê, Hevseroka NCDK-Skandînavya Nadya Salih axaftinek kir û ragihand: “Em ku îro li vir kom bûne, cîhaneke ku têde têkoşer û şoreşgerên Kurd ji hêla dewleta Tirk ê hov ve bi çekên kîmyewî dişewitînin û qetil dikin. Her wiha siyaseta dewleta Swêdê ya ku keseke dijminê Kurdan û xwînxareke hov yê weke Erdogan weke miroveke baş û Kurdan jî weke terorîst bi nav dikin, şermezar dikin û bila çavên xwe ji rastiya heyî re negirin. Her wiha em qurbanîkirina Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj jî siyaseteke pir çewt û xeter dibînin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê rastiyek e, tu kes nikare şoreşa Kurdan û rastiya Şoreşa Rojava ji nedîtî ve bê û mafê tu kesî nîne ku Kurdan ji xwe re bikin mijara bazariyê.”

Li ser navê Partiya Sosyalîst a Gel (Socialistisk Politik Efolket) Peter Wîden ku ji bajarê Eskîlstûna hatibû jî axivî û got: “Di berdêla azadkirin û guhertina ji bo jiyana jinan, li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Kurdan hate kirin û tevahî cîhan serbilindiya xwe ya ji bo ku kar û xebateke wisa nîşan da. Lê mixabin ew komploya ku li ser PKK’ê dimeşe hemû girêdayî NATO’ye ne. Ji ber ew şêwaz û sîstema ku îro li Rojava hatiye damezirandin, bi rastî jî dikare ji bo tevahî Rojhilata Navîn jî bibe mînak. Ew jiyan û ew demokrasiya ku bi rastî jî serbilindî pê dikin, hemû jî ya PKK’ê ye, lê îro ji tirsan PKK’ê dixin nava lîsteya terorê. Ev yek jî bi riya kesekî hov weke Erdogan pêk tê. PYD, YPG û YPJ’ê bi hezaran şehîd dan. Ew çekên kîmyewî û qaşo di cîhanê de qedexe ne û Kurd pê şehîd ketin jî, ji xwe tev yên NATO û Ewropa bûn.” Peter Wîden di dawiya axaftina xwe de got: “Azadi ji bo Ocalan, terorîst Erdogan.”

Piştre li ser navê KNK’ê Karwan Seîd û li ser navê Partiya Çep Daniyel Riyazat axaftin kirin. Karwan ragihand: “Îro Tirkiye bi serkêşiya keseke hov û dîktator weke Erdogan bûye polîsê çavdêriya li ser Kurdan. Li her derê hovîtî û dijminatiya xwe ya li hember Kurdan tîne ziman û ev jî ne bese, bi çekên kîmyewî jî êrîşî Kurdan dikin. Ev hezar sale ji ber berjewendiyên hin dewletan mafên Kurdan ji nedîtî ve tên.”

Daniyel Riyazat jî di axaftinên xwe de bal kişande ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla û diyar kir: “Çawa dibe dewletek hem peymana li dijî çekên qedexekirî îmze bike û hem jî li ber çavê cîhanê bikar bîne. Dîsan îro Swêd dixwaze ji ber daxwazên dîktator û qeşmereke weke Erdogan biryara guhertina hin yasayên welatê xwe bide. Rastî jî ev tişteke pir şerme. Lazime ew siyaseta Swêd ji kiryarên dewleta Tirk re ya li ser Kurd û Kurdistanê re nebe palpişt û piştgirî. Ji ber ku îro ji her demê zêdetir rastiya Kurdan li ber çavane. We bi Erdogan re civîn kir û weke koleyan serê xwe tewand û li vir li hember Kurdan xwe weke qehreman nîşan didin. Lazime ev siyaset nebe malê Swêdê. Heger rast dibêjin û dibêjin em ji daxwazên dîktatoreke weke Erdogan re serî natewînin, bila daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bikin. Êdî lazime Ewropa bi giştî ji siyaseta Erdogan ya hov û dijminatiya ber çav ya li hember Kurdan re bêdeng nemîne.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Azadî ji bo Ocalan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî şoreşa Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.