Kurd û dostên xwe wê li sê qitayan dakevin qadan

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ragihand ku wê 8’ê Gulanê li dijî dagikeriya dewleta Tirk û darvekirinên li Îranê pêk hatin li Ewropa, Avûstûralya û Kanadayê dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya daxuyaniyek nivîskî da diyar kir ku wê 8’ê Gulanê roja Înê, ji bo protestokirina dagikeriya Efrîn, darvekirinên li Îranê û êrîşên dagirerkiyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê li Ewropa, Avûstûralya û Kanadayê çalakiyan bikin.

KCDK-E’yê diyar kir ku ji Çileya 2018’an û vir ve li Efrînê êrîşên qiririnê tên kirin  got: “Bi her cûre bikaranîna çekên giran, tank û balafirên şer bi hezaran sivîl qetil, birîndar kirin, bi hezaran kes jî neçar man koçber bibin. Jinên tên revandin tên destavêtin, di bazarên koleyan de tê firotin. Xwezaya wê hate talankirin, li ser ziman û çandê asîmlasyon tê kirin. Bi sedhezaran sûcên mirovî hatin kirin. Di serî de Rûsya, Emerîka û hêzên navneteweyî li ber vê bêdeng man. Ev yek weke şermeke mirovî kete dîrokê.

KCDK-E’yê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan bê darezandin û got: “Dewleta Tirk a mêtinger ji 23’yê Nîsanê û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên dagirkerî û îmhayê daye destpêkirin û didomîne. Armanca van êrîşan tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurd e. Ev êrîşa qirker a li dijî hebûna gelê Kurd, qirkirina Kurdan a weke netewekê dike hedef. Tevgera Azadiya Kurd bi hemû hêza xwe ji bo parastina Kurdistan û gelê Kurd şer dike.

Niha têkoşîna li Herêmên Parastina ya Medyayê tê kirin, têkoşîna li dijî qirkirina gelê Kurd û Kurdistanê ye. Êrîşên li ser qadên gerîla tinekirina destkeftiyên gelê Kurdistanê û qirkirina Kurdistanê dike hedef.

Ji bo çalakiyên protestoyî yên ku wê 8’ê Adarê li dijî dagikirina Efrîn, darvekirinên li Îranê û êrîşên dagirkeriyê ya li Herêmên Parastina Medyayê ku wê li Ewropa, Avûstûralya û Kanadayê bê lidarxistin bang li hemû rewşenbîr, şoreşger, demorkatên Tirkiyeyî û dostên Ewropî yên xwe dikin ku bi hêz seferber bibin.”