Kurd û dostên wan li Ewropayê li dijî tecrîd û dagirkeriyê li qadan e-BLOGA ZINDÎ

Kurd û dostên wan li gelek navendên Ewropayê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkerî û qirkirinê, daketin qadan.

21.24

LÎMASOL

Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 20 meh in agahî jê nayê girtin, meşiyan û mîtîng li dar xistin. Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Înîsiyatîfa Jinên Kurd, girse li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê hat ba hev ji vir dest bi meşê kirin.

Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hatin hildan û bi sedan belavokên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin. Qibrsiyên li derdor û turîstan bi çepikan piştgirî dan çalakgeran. Meş heta li ber Şaredariya Lîmasolê dewam kir. Kurdistanî û dostên wan li vir çalakî veguherandin mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Hezar silav ji Îmralî re” û “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di mîtîngê de axivî.

21.04

TORÎNO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, bi pêşengiya Defend Kurdistanê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla pêk tîne û tecrîda li Îmraliyê hat ptotestokirin.

Çalakgerên ku ciwanên enternasyonalîst jî di nav de bûn, li Pîazza Castelloyê hatin ba hev. Girsey di saet 15.00’an de kom bû û heta navenda giştî ya RAÎ TV (Televîzyona dewleta Îtalî) meşiyan. Di çalakiyê de pankartên ku aktîvîstên Îtalî çêkiribûn, “Kurdistanê biparêze. Li dijî rejîma Erdogan a faşîst #WeSeeYourCrimes”, “Ji Ocalan re azadî” û “Jin jiyan azadî” û alên PKK, YPJ û YPG’ê hildan.

Dirûşmeyên “Çiyayên Kurdistanê mala me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, “Bijî berxwedana PKK” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û bertek nîşanî êrîşên dewleta Îranê yên li dijî serhildanên li Rojhilat û Îranê, hatin dayîn.

20.45

STOCKHOLM

Kurdistanî li qada Sergels Torg Norrmalm a paytexta Swêd Stockholmê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, protesto kirin.

20.40

BERLÎN

Li paytexta Berlîn Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn û di serî de dewleta Elmanya, bêdengiya dewletên Ewropayê hat protestokirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Dest-Dan û NAV-Berlînê, li standa ku li Alexanderplatzê danîn ku yek ji cihên herî qelebalix a bajêr e, ji xelkê li derdor derbas dibûn re agahdarî dikirin.

Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin di aliyê mafên mirovî de de nayê qebûlkirin ku CPT di serdana Tirkiyeyê ya 20-29’ê Îlonê de, têkildarî girtîgeha Îmraliyê rapor amade nekiribe û agahî nede.

20.34

HANNOVER

Kurd û dostên wan li Haûptbahnhof a bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev û bi awayek girseyê êrîşên kîmyewî yên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Mîtîng bi tevlêbûna YDG, Fraûenrat, Gemeînsam Kampfen, Defend Kurdistan, Întersektîonale Lînke û Melîsa Gel a Hannoverê pêk hat. Piştre ber bi navenda bajêr ve meş hat lidarxistin.

Meş tevî astengiyên polîsên Elman, hat kirin. Polîsên Elman bi çekan derdor dorpêç kir û 4 kes destgîr kirin.

Tevî astengiyan jî bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Şoreşa Rojava” hatin berzkirin.

20.25

BELLÎNZONA

Di çalakiya bi pêşengiya partiyên siyasî yên Swîsreyî û rêxistinên civaka sivîl li bajarê Bellînzonayê hat lidarxistin de, bertek nîşanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê hat dayîn.

Di çalakiyê de banga tevgerînê li dewleta Swîsreyê li dijî sûcên li dijî mirovahiyê hat kirin û di serî de CPT, bang li saziyên rayedar hat kirin ku divê metirsiyên têkildarê jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê bên rakirin.

Girseya bi banga Înîsiyatîfa Partiya Sosyalîst (SP/PS), Kesk, rêxistina ciwanan Molîno, Forûm Alternatîvo, Kolektîva Jiyan a jinên Swîsreyî jî di nav de ne, Tevgera ji bo Sosyalîzmê (MPS), Komeleya Kobanê ya kantona Tîcînoyê, Komîteya Rêbertiyê ya Swîsreyê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bellînzonayê (CDK) jî di nav de, li qada Vîale Stazîoneyê hat ba hev, ji vir ber bi qada Pîazza Governo ku Parlamentoya Kantona Tîcînoyê ve meşiya.

Beriya meşê li ser navê Kolektîva Jiyanê aktîvîstek metnê hevpar ê ji bo çapemeniyê xwend. Ahmet Yaman ku li ser navê CDK’a Bellînzonayê di çalakiyê de axivî, da zanîn ku wê Kurd û dostên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şoreşa Rojeva li têkoşînê dewam bikin.

Dr. Beppe Savary ê Sekreterê Komîteya Rêbertiyê ya Swîsreyê û amadekarekê rapora li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk ve ye, got ku ew ji bo lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyewî bikin çûne Başûr lê rêveberiya PDK’ê nehiştiye ku lêkolînê bikin. Savary, diyar kir ku ev helwesta hikûmeta Başûr nayê qebûlkirin û bang li OPCW’ê kir ku demildest tevbigere.

20.10

BÎEL

Li Swîsreyê yek ji cihên din ku çalakî lê hat kirin, bajarê Bîel bû. Kurdistanî li qada Kongrehaûs a li navenda Bîelê hatin ba hev û ji vir bi berzkirina dirûşmeyan, dest bi meşê kirin. Çalakger heta gara Trenê ya navenda Bîelê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Di çalakiyê de belavoka ku têkildarî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla pêk tîne, êrîşên li ser Rojava û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hat amadekirin, bi Elmanî hat xwendin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelê Ahmet Kaya axivî û diyar kir ku dewleta sûcê dermirovî pêk tîne û got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj êrîşê Rojava dike. Em ê li dijî van êrîşan li qadan bin. Me zanî ku Rêbertiya me, ne derketiya hevdîtina bi CPT re. Rêbertiya me bi salan e li ber xwe dide. Bi nederketina hevdîtina bi CPT re, peyama berxwedanê daye. Divê demildest tecrîda li ser Rêbertiya me, bi dawî bibe û azadiya wî bê mîsogerkirin.”

20.03

BASEL

Piştî ku hat bihîstin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’ê re red kiriye, Kurdistaniyên Swîsreyê dijîn çalakiyên xwe didomînin.

Navnîşana yekem a çalakiyên li Swîsreyê, Basel bû. Kurdistaniyên li qada De-Wetteplatzê hatin ba hev li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hat kirin.

Daxuyaniya li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi Elmanî hat amadekirin, ji aliyê Ozen Aytaç ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser nexweşxane û dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêya revîna çeteyên DAÎŞ’ê hêsan bû.

Hat diyarkirin ku bêdengiya DYE, Rûsya û dewletên Ewropayê dibe sedem ku Tirkiye bê navber êrîşên xwe bidomîne û hat destnîşankirin ku CPT’ê têkildarî tecrîdê gotinên derew got û civak manîpule kir. Hat ragihandin ku heta tecrîd bi dawî dibe, wê bi domdarî li qadan bin.

Piştî axaftinan girseyê bi berzkirina dirûşmeyan, heta qada Keserne meşiyan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bi banga têkoşîna bê navber, di dawî bû.

19.58

MALMO

Li bajarê Malmo yê Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Hevserokê NCDK’ê ya Skandînavyayê di çalakiyê de axivî û got: “Rêber Apo xeta me ya sor e. Êrîşek biçûk a li wî hatî kirin, li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Divê CPT erkê xwe bi cih bîne û divê bi dev û rêbazê dewleta Tirk nêzê me nebe. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk tê, em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”

19.00

LONDON

Kurdistaniyên li ber avahiya Nûneriya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li Londonê hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û peyama “Wê xeta xiyanetkar têk biçe” da PDK’ê.

Kurdistanî û dostên xwe, bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê li ber avahiya Nûnertiya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatin ba hev.

Girseyê bê navber dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bimire xiyaneta hevkarîperest’’, ‘’Barzaniyê xiyanetkar’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî PKK’’ berz kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG-YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de wêneyên rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin hatin hildan û wêneyên rojnamevanan bi avahiya nûnertiyê ve hatin daliqandin.

Aktîvîsta Kurd Bêrîtan, wêne bi deriyê avahiyê ve kirin û bertek nîşanê PDK’ê da. Bêrîvan, anî ziman ku xeta xiyanetê ya PDK’ê û Barzaniyan ne Kurdistanî ye û wiha got: ‘’Ya ku azadî, wekhevî û edaletê ji bo vî gelê dixwaze, PKK ye. Serok Apo ye. Ji ber vê namerdiya xiyanetkar ciwanên Kurd şehîd dibin. Em rê nadin van xiyanetkaran. Berpirsa rijîna xwîna Kurdan li Kurdistanê, hişmendiya PDK’ê ye.’’

Ercan Akbal ê li ser navê Meclisa Gelê Kurd axavtinek kir, îşaret pê kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcên li dijî mirovahiyê dike û ev tişt destnîşan kirin: ‘’Dewleta Tirk ku li ber gerîla li ber xwe nade, sûcên li dijî mirovahiyê yên bi her awayî dike. Çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk, wêrekiya xwe ji xiyaneta PDK’ê û Barzaniyan digire. Rejîma faşîst, tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kiriye. Lê bila bê zanîn ku wê faşîzm bi bin bikeve, tecrîd bişikê, xeta xiyanetkar têk biçe û Rêber Apo azad bibe.’’

Agîd Riha ku li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk sûcên şer bi hevkariya PDK’ê dike û bilêv kir ku wê ciwanên Kurdistanê yên li ser xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd rê nedin vê xeta xiyanetkar.

Çalakî, bi çepikan û berzkirina dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî PKK’’ qediya.

18.51

OSLO

Kurdistaniyên li paytexta Norveç Osloyê dijîn, ji bo protestokirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber îstasyona trenê ya navendî çalakiyek li dar xistin.

Çalakî ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat lidarxistin û di çalakiyê de konê agahdarkirinê hat danîn. Li konê pankartên têkildarî daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan hatin daliqandin û bang li CPT hat kirin ku peywira xwe bi cih bîne.

Kurdistaniyên têkildarî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê, belavok belav kirin.

18.46

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî hat protestokirin. Di çalakiyê de axaftinên bi Elmanî hatin kirin, hat bibîrxistin ku serlêdanên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê li saziyên navneteweyî dane bê bersiv hatine hiştin. Hat gotin ku şandeya CPT’ê çû Îmraliyê lê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekir, lewma fikara gelê Kurd zêde bûye. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku CPT bi pêkneanîna erka xwe, ji dervey hiqûqa navneteweyî digere.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji tecrîdê re na” bi dawî bû.

18.30

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, saet di 15.00’an de çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya hat lidarxistin de bertek nîşanê polîtîkayên hikûmeta Elman û şerê li Rojava hat nîşandan. Ciwanên enternasyonalîst pêşengtî ji çalakiyê re kir. Kurdistanî, bi alên YPG-YPJ’ê tev li çalakiyê bûn. Di meşê de bal hat kişandina ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava. Ji bo derxistina PKK’ê ji nav ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ îmze hatin berhevkirin. Meş, bi berzkirina dirûşmên ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ û Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê’’ hat qedandin.

18.22

HAMBÛRG

Hat xwestin ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî meş bê lidarxistin lê polîsên Hambûrgê nehişt.

Çalakger, li ber îstasyona trenan a Hambûrgê hatin ba hev û pankartê li ser ‘’Xwedî derbikeve’’ nivîsandî vekir û ji bo protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk xwest bimeşin. Polîsên Hambûrgê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah kirin hincet û nehişt çalakger bimeşin. Rûmet Piling, li ser navê çalakgeran daxuyanî da. Rûmet, ji ber qedexekirinê bertek nîşanê polîsan da, got: ‘’Meşa me ya ji aliyê polîsên Elman ên dostê Erdogan ve hat astengkirin, wesîqeya demokrasiya Ewropayê ye.’’

Çalakgeran, nêzîkatiya polîsên Elman, bi berzkirina dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’’ protesto kir.

18.19

PARÎS/VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi sedan Kurditanê tecrîda ku ev 20 sal in bê navber dewam dike û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kirin.

Girse ji ber banliyoyê heta ber NCKD’ê meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Piştî meşê Egîd Bagok li ser navê NCKD’ê ya Vîllîers le Belê axivî. Bagok sûcên şer ên dewleta Tirk, teşhîr kir û tecrîda ku bê navber li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, şermezar kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

18.08

BREST

Li bajarê Brest ê Fransayê gelek rêxistinên çep û rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan, ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ya YE’yê, ji bo ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî bên rawestandin, çalakî hat lidarxistin. Bi daxuyaniya hevpar a dostên Kurdan, Kurdistaniyên li bajarên derdor jî dijîn tevlî çalakiyê bûn.

Çalakger di saet 14.30’an de li Qada Place La Lîberte ya Brestê hatin ba hev û li cadeyên herî qelebalix ên bajêr meşiyan. Bi Kurdî, Brotanî û Fransî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dîktator Erdogan”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin. Çalakger li qada mîtîngê Place La Lîberteyê kom bûn û pankartên li ser hatibû nivîsîn, “Şoreşa Rojava biparêze”, “Jin jiyan azadî”, “Ji Ocalan re azadî”, “Em ji bo Kurdistanê bêdengiyê xira bikin û sefer bibin” û pankartên ku wêneyên 17 gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn, hildan.

Hevalên Şervanê Fransî Olîvîer le Claînche (Kendal Breîzh) ku eslê xwe ji Bretagneyê ye û 10’ê Sibata 2018’an li Efrînê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûn, tevlî meşê bûn. Di çalakiyên belavokên têkildarî êrîşên dagirkerî û çekên kîmyewî hatin belavkirin û bertek nîşanî polîtîkayên durû yên welatên rojavayî dan.

Di çalakiyê de pişgirtiyên ji bo serhildanên li Rojhilat û Îranê jî hatin nîşandan.

Çalakiya piştevaniyê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Saziyên ku çalakiya piştevaniyê organîzekirin ev in: Collectif des Iranien-nes de Brest, Communauté Kurde de Brest, Amitiés Kurdes de Bretagne, Brest Insoumise, CNT Interpro-Brest, Douar ha Frankiz, NPA BREST, Union Communiste Libertaire Finistère, UDB Bro-Brest, UDB Jeunes - UDB Yaouank, Union Locale CGT BREST, Solidaires 29, PCF Pays de Brest, Collectif des brestoises pour les droits des femmes, Union Pirate.

17.55

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Xwendevan ên Kurdistanî (JXK) ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê, meş hat lidarxistin.

Meş ji Aachener Weîher a Kolnê destpê kir. Meş bi tevlêbûna tevgerên jinên ciwan ên Îranî û tevgerên femînîst ên Elman hat lidarxistin û Platforma Jin Jiyan Azadî daxuyanî da.

Arya Yildiz li ser navê JXK’ê axivî û diyar kir ku îdeolojiya rizgariya jinên Kurd, bi felsefeya Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin.

Di çalakiyê de bê navber bi Elmanî, Kurdî û Farisî dirûşme hatin berzkirin.

17.41

DUSSELDORF

Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dijîn, li dijî tecrîdê meşiyan. Meş ji aliyê Fed-Med û NRW Yjke’yê ve hat organîzekirin û meş li ber Haûs DGB’ê bi mîtîngê destpê kir.

Li vir yek ji parêzerên Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 2011’an û vir ve, bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Ji 5’ê Adara 2020’an û vir ve, qedexe ye ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Em ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahiyê ji Birêz Ocalan nagirin. Bi hewldanên parêzeran, Komîteya Pêşgirtina Li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê di meha Îlonê de serdana Îmraliyê kir. Me fikirî ku em ê bi vê serdanê agahiyek bi tendurist ji Birêz Ocalan bigirin. Lê parêzerên Birê Ocalan bi daxuyaniya ku berî demek nêz dayîn, bi raya giştî re parve kirin ku Abdullah Ocalan bu hevdîtin bi CPT’ê re nekirine. Vê rewşê guman û fikarek mezin di me de ava kir. Divê gelê me û saziyên navneteweyî demildest, helwestek bi çalak nîşa bidin.

17.22

HELSÎNKÎ

Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Helsînkiyê çalakiyek li dar xistin. Di merasîmê de pankartên ku daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re dikin, hatin hildan û ji CPT’ê hat xwestin ku derbarê vê mijarê de rolek bi çalak bilîze. Belavokên bi Îngilizî hatin xwendin û belavkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên azadî ji bo Ocalan, bi dawî bû.

17.18

PARÎS

Li herêma Mantes-la-Jolîe ya Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, hatin protestokirin.

Di daxuyaniya ku li ber avahiya Şaredariya Mantes-la-Jolîeyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û hat xwestin ku CPT demildest daxuyaniyê bide.

Çalakgeran gotin: “Heta ku tecrîd radibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê mîsogerkirin, em ê li qadan bin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

17.13

LUBECK

Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta Îranê jî hatin protestokirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin.

Hat diyarkirin ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, sûcê şer û dermirovî ye. Banga yekîtiyê hat kirin.

Her wiha di çalakiyê dewleta dewleta Îran a ku Jîna Emînî qetil kir, hat protestokirin û bal hat kişandina ser têkoşîna jinên Kurdistanê.

17.09

FRANKFÛRT

Piştî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihandin ku şandeya CPT’ê ya ku çû Îmraliyê, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekirine, Kurdistaniyên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dijîn daketin qadan.

Kurdistaniyan li ber îstasyona trenê ya navendî mîtîng li dar xistin û xwestin ku demildest CPT daxuyaniyê bide.

Girseyê dirûşmeyên “Freîheît fur Ocalan” û “Es lebe Ocalan” berz kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî protesto kirin.