Kurd û dostên wan li Atînayê meşiyan

Li Atînayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê hat protestokirin. Têkildarî êrîşên li ser Kurdistanê, sûcên der mirovî û binpêkirina mafan dosya radestî partiyên siyasî hat kirin.

Endamên TekoJIN, Navenda Çanda Demokratîk a Kurd, Defend Kurdistan, RiseUp Rojava û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Paytexta Yewnanîstan Atînayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û gefên nû yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek lidar xistin.

Meş bi tevlêbûna bi sedan kesan li qada Sîntegmayê destpê kir û gelek endam û rêveberên rêxistina şoreşgerên enternasyonal jî tevlî meşê bûn.

Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên PKK’ê û pankartên ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar dikin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz kirin.

Girse destpêkê çû avahiya Meclîsê ya li Qada Sîntegmayê, têkildarî êrîşên li ser Kurdistanê, sûcên der mirovî û binpêkirina mafan dosya radestî partiyên siyasî kirin.

Piştre girse hat ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Yewnanîstanê û xwest dosyayê bide. Li ser nevebûna derî girseyê bi daxuyeniyekê ev helwest şermezar kir. Girse ji vir ber bi Embassy ya Emerîkayê meşiya û li vir jî dosya radest kir.

Saziyên ku li vir daxuyanî xwendin, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin. Saziyan bang li dewletên Ewropayê kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bi hestiyarî tevbigerin û destnîşan kirin ku gelê Kurd çi dibe bila bibe wê dest ji têkoşîna xwe ber nede. Her wiha dan zanîn ku divê xwedî li nirxên Rojava ku bi berdêlên mezin li ser navê mirovahiyê hatine avakirin, bê derketin û bang li girseyên demokratîk kirin ku bi hestyarî tevbigerin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.