Kurd û Çek wê Çavûşoglû şermezar bikin

Kurdên li Komara Çekê dimînin, tevî dostên xwe wê îro li paytext Pragê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû şermezar bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, ku ji bo plana xwe ya dagirkeriyê li pey piştgiriyê ye û ji welatên Ewropayê dixwaze çalakiyên Kurdan qedexe bikin, wê îro li paytexta Komara Çekê Pragê bi Wezîrê Karên Derve yê Çekê Jan Pîavsky re hevdîtinê bike.

Kurdistaniyên ku li vî welatî wê bi dostên xwe yên Çek îro saet di 16.00’an de li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya li  Loretanskê namestî 5 a Pragê 1, serdana Çavûşoglû bi hilgirtina alên YPG/YPJ'ê ye şermezar bikin.

Kurd û dostên wan beriya çalakiyê bi daxuyaniyekî ji Wezîr Lîpavsky daxwaz kirin ku piştgiriyê nede qetlîamên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û peyama piştgiriya têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê dan.