Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û berxwedana grîla silav kirin.

Li ser banga Defend Kurdistan, li bajarê Toronto yê Kanadayê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk çalakiyeke şermezarkirinê lidar xist.

Kurdên li bajêr li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Qada Bloor-Yonge heta qada Cîty Hall (Qada Avahiya Şaredariyê) meşiyan.

Di meşê de ku 2 saetan dewam kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG/YPJ'ê hatin hildan.

Di meşê de pankartên "Defend Kurdistan" hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe", "Bijî Berxwedana gerîla", "Jin, jiyan, azadî", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime", "Rejîma Tirk Kurdan qetil dike", "Azadî ji Abdullah Ocalan re", "Bimire xiyaneta PDK'ê", "Azadî ji Kurdistanê re" hatin qîrîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Torontoyê daxuyaniyek da û li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê banga piştevaniya bi gelê Kurd re kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên li ser Kurdistanê wê li hemberî berxwedana gerîla têk biçin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê tevî dostên xwe li qadan e. Heta ku ev êriş rawestin em ê li qadan bin."

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan û bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.