Kurd li Dusseldorfê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê bi pêşengtiya YJK-E’yê, bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Li Dusseldorfê ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sirûda ‘Li dijî dagirkerî û qirkirin her der Metîna, Zap û Avaşîn. Dem dema azadiyê ye’ meşek hate kirin.

Meş bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk a Elmanya (YJK-E) NRW saet 17:30’î li pêşberî DBF Haûs a li pêşberî Dusseldofr HBF’ê destpê kir.

Meşa ku bi dirûşmên ‘Avaşîn, Zap û Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla ‘ destpê kir, nûner Partiya Dîe Lînke ya Çep a Elmanya Hannes Draeger axivî.

Draeger bal kişand ser desteka herî mezin Elmanya dide dewleta Tirk a şerê li dijî Kurdan û got: “ Bang li dewleta Elmanya dikim ku; nebin hevkarên zext, dagirkeriya li ser Kurdan. Divê hikûmeta Elmanya firotina çekan a ji bo Tirkiye bide sekinandin. Yên di şer de dimirin ciwanin. Li gorî pênaseyê terorê ya Elmanya Erdogan divê di nava lîsteya terorê de be. Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin. Têkoşîna we têkoşîna me ye, têkoşîna me wê bi hev re dom bike.”

Draeger zext û girtinên li Nurnberg û duh ên li Sttûtgartê jî pêk hatin şermezar kir.

Li ser navê YJK-E’yê Ayten Kaplan axivî û got: “Operasyonên dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê bi hev re didomin. Di serî de Rojavayî, NATO û hikûmeta Elmanya destekê dide. Elmanya li aliyekê destekê dide dagirkeriya Tirkiye ya li Kurdistanê û li aliyê din li Elmanya têkoşîna gelê Kurd kirîmînalîze dike, digire."

Piştî axaftinan û şûnde meş bi dirûşmên ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehenime’, ‘ Bijî Berxwedana Gerîla’ destpê kir. Meş li Cornalîûsplatzê bi dawî bû.