Kurd li Bîel, Basel, Zurîh, Lûzern û Marîgnanê li dijî qirkirinê li qadan bûn

Li bajarên Bîel, Basel, Zurîh û Lûzern ên Swîsre û bajarê Marîgnan ê Fransayê Kurdistaniyên daketin qadan êrîşên qirkirinê ya li ser Kampa Qadiya ya Zaxo ya ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin, protesto kirin.

Êrîşên qirkirinên yên dewleta Tirk a li kampa Qadiya ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê li Ewropa hate protesotkirin.

BÎEL

Kurdistanî saet 18:00’an li stasyona trenê ya navenda bajar kom bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Nejdat Atalay axivî diyar kir ku êrîş piştî serdana Serokkomarê Fransa Emanûel Macron a ji bo Başûrê Kurdistanê piştî rojekê ji vegerê pêk hatiye û got: “Êrîşa li ser kampa Êzidiyan ji serdana Macron a Iraq û Başûrê Kurdistanê ne serbixwe ye.

Gelê Êzidî ne bi tenê ye, xwedî nasname û xak in. Em ê li her cihê lê li qadan bin û qetlîaman tehşîr bikin.”

 Çalakî bi dirûşman qediya.

LÛZERN

Li bahnplatz a Lûzernê jî Kurd li qadan bûn. Di çalakiyê de belavoka bi Elmanî hate xwendin û dîsa Hevserokê Navenda Civaka Kurd Ercan Guneş li vir axivî û diyar kir ku wê li dijî qetlîaman li qadan bin.

ZURÎH

Kurd li Staûfacher a Zurîhê jî di nava çalakiyan de bûn. Li ser navê Navenda Civaka Kurd Alî Şîmşek axivî û Tirkiye ya dewama DAÎŞ’ê ye konspta qirkirinê li ser Êzidiyan didomîne. Şîmşek anî ziman ku gelê Şengalê ne bi tenê ye.

BASEL

Li basel ê jî çalakî hate kirin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd di çalakiya li Calarplatrzê hate kirin de Îmam Kuşne axivî. Kuşne diyar kir ku dewleta Tirk a nexweşxane, darisatn û xwezayê talan dike, bi bombekirina kampa Qadiye carekî din rûyê xwe nîşan da û got: “Em ê tim qetlîamên dewleta Tirk tehşîr bikin.”

Piştî axaftinan û şûnde meş destpê kir. Kurdistaniyan çalakiya xwe hata Dreîrossenparkê dom kirin.

MARÎGNANE

Li bajarê Marîgnane ya Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de ciwanan bi dirûşman helwesta xwe nîşan dan.