Kurd li ber ofîsa NY'yî ya Cenevreyê bûn

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina tecrîdê li pêşiya ofîsa NY a bajarê Cenevre ya Swîsre hatibû destpêkirin, bê navber didome.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji 25’ê Çileyê û vir ve her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê tê lidarxistin, dewam dike.

Çalakiya vê hefteyê ji aliyê endamên Meclîsa Gelê Kurd a St. Gallern ve hate kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Xelîfan ku di meha Tebaxê de bi xiyaneta PDK’ê hatibû şehîdkirin, destpê kir.

Ewilê Hevserokê Civaa Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Salih Saglam axivî û destnîşan kir ku ji roja ragihandina pêngava ‘Dema Azadiyê Ye’ û vir ve xwedî li pêngavê derketine û li qadan in.

Saglam got: “Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kete meha xwe ya 6’an û 3 mehên dawî gazên jehrî û kîmyewî tên bikaranîn. Li aliyê din hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk jî didome. Em ê li her dera lê ne, êrîşên der mirovî û sûcên şer ên xwezaya Kurdistanê dike hedef û gelê Kurd qir dike, tehşîr bikin, dîsa PDK a hevkariya dagirkeriyê dike li her derê li ber raya giştî ya cîhanê jî tehşîr bikin.”

Saglam bal kişand ser bêdengiya NY û dewletên Ewropa yên li ber tecrîd û sûcên mirovahiyê tê wateya domandina komployê.

Saglam destnîşan kir ku helwesta hêzên navneteweyî, tê wateya erêkirina topyekûn a qirkirina gelê Kurd û got: “Em ê li dijî her cûre polîtîkayên êrîşên li ser Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê tim li qadan bin û van polîtîkayan bi domdarî tehşîr bikin.”

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a St. Gallen Servet Hayrûlahî jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin, dîsa bi xeta xiyanetê jî dixwazin konsepta êrîşên topyekûn a li ser gêrîlayên gelê Kurd û Kurdistanê bixin dewreyê.

Ne hevkariya PDK’ê, ne jî desteka NY, dewletên Ewropa nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Em gelê Kurd em ê li her derê li kolanan bin, em ê Rêbertî û Kurdistanê azad bikin.”

Piştî axaftinan û şûnde Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.