Li 8 welatan Kurd daketin qadan - HATE NÛKIRIN

Kurdên li Atîna, Kopenhag, Helsinkî, Den Haag, Londra, Bruksel û Limasol dijîn li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê daketin qadan.

Li seranserî cîhanê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê zêde dibin. Kurd li bajarên Atîna, Kopenhag, Helsinki, Den Haag,  Londra, Bruksel û Limasol derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Kurdan di çalakiyan de peyama têkoşîn û berxwedanê dan.

ATÎNA

Li paytexta Yunanîstan Atînayê, Kurdan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagikrer bi meşekê şermezar kir. Meş li ber akademeyê dest pê kir heta konsolxaneya Tirkiyeyê meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan. Her wiha di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdoğan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Meşvanan li ber konsolxaneya Tirkiyeyê daxuyaniya bi Ingilîzî û Yunanî da.

Piştre Hevserokê Navenda Çanda Kurd Erkan Erencî axivî. Erencî anî ziman ku faşîzma Tirk ketiye pêvajoya hilweşînê û got: "Li Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye îzolekirin. Li hemberî gelê me komkujiyan pêk tîne, hêza NATO li pişt wê ye. Lê belê mîna êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Hesekê, hewldanên dagirkeriya Tirk jî bi ser neket. Bi van êrîşan re em dibînin ku Kurd bi tenê hatine hiştin û rêya komkujiya li dijî Kurdan tê vekirin. Hêzên koalîsyonê çavên xwe ji van êrîşan re girtin. Ji ber vê yekê em ji hemû hêzên emperyal re dibêjin, hûn nikarin têkoşîna azadiya Kurd û felsefeya Rêbertî tune bikin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

KOPENHAG

Navendek din a çalakiyan bajarê Kopenhag yê Danîmarka bû. Kurdan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê şermezar kir.

Li ber avahiya NY daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê têk çû, dewleta Tirk ji Mexmûr, Şengal û Dêrikê dixwaze tolê veke. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dewleta Tirk ji sûcê şer were darizandin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên  “Bijî Mexmûr ”, “Bijî Şengal”, “Bijî Rojava”, “Kujer Erdogan” û “Dewleta Tirk rawestinin ” dawî bû.

HELSİNKİ

Kurdên li Fînlandiyayê dijîn bi dostên xwe re êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Kurd û dostên xwe li payîtext Helsinkiyê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Li vir daxuyanî bi zimanê Ingilîzî, Fînce û Kurdî hate dayîn.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ dawî bû.

DEN HAAG

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ya li Den Haagê hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haag û Meclîsa Jinan ya Ronahî hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatibû amadekirin, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer Rojava, Şengal û Mexmûrê bombe dike. Piştî ku çeteyên barbar DAIŞ’ê hatin şikandin, artêşa Tirk a qirker niha jî cihên sivîlan bombebaran dike. Armanca wan destkeftiyên gelê Kurd e. Em bang li hemû pêkhateyên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û YE’yê dikin ku li hember van êrîşên nemirovî xwedî helwest bin. Dewleta Tirk a bi piştgiriya bêdengiya hêzên navneteweyî, bi van êrîşan bi awayekî vekirî qirkirinê dike hedef.“

LONDRA

Kurdistaniyên ku li ber Parlamentoya Londonê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha çalakgeran êyên ku diçin meydana Trafalgar Square ya herî qelebalix a bajêr, girtin.

Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku dewleta Tirk şermezar dike hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdoğan, terorîst TC” hatin berzkirin.

Di axaftinan de hat gotin ku divê Parlamentoya Îngilîstanê li dijî rejîma faşîst a qirker Erdogan demildest bikevin nava liv û tevgerê.

BRUKSEL

Kurdistaniyên ku li ber Konsolosxaneya Tirk a li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev, dewleta Tirk şermezar kirin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Mexmûrê” û “Bijî berxwedana Rojava” li ber konsolosxaneyê berz kirin.

Hevserokê NAV-BEL'ê Davud Keskîn li vir axivî û diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan de asta exlaqî derbas kiriye.

Çalakî bi dirûşmeyên“Dikdator Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” bi dawî bû.

LIMASOL